Bi helkefta 8’emîn bîranîna damezrandina Tevgera çaksazî kurdî – Sûriya li 14’ê nîsanê, nivîsîngeha bicihkirinê ya wê daxuyaniyek daye û têde damezrandina Tevgera çaksazî kurdî- Sûriya bi pêgaveke netewî û niştimanî ya giring dîtiye, ya bi armanca pêkanîna çaksazî û guhertinê di dîmenê tevgera siyasî ya kurdî ya lawaz de bi sedema sîstema navendî û çanda rêbaza ezîtiyê ku bûye sedema dûrketina ji pêşketinê, dibin sîbera rijêmeke stemkar û zordest de.
Di daxuyaniyê de hatiye ku Tevger kar dike ji bo pêkanîna guhertin û çakasaziyê di binyata hizrî û siyasî de û ji bo bihêzkirina çanda diyalokê û qebûlkirina hev û dîtina rêxistineke demokrat û dezgehkirî ya derbirîna hêvî û daxwazên gelê Sûriyê bi giştî û gelê kurd bike, bi awayekî taybet ji bo avakirina dewleteke federal û hikumraniyeke demokrat û lêberal û firealî bi misogerkirina maf û azadiyên siyasî û rewşenbîrî yên sercem hemwelatiyên Sûriyê bêcudahiyên netewî û olî û regezî.
Daxuyaniyê bal kişandiye ku Tevger sercem şêwazên aştiyane û demokratîk li xwe digre ji bo pêkanîna wan armancan, û hêjayî gotiyê ye ku dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, Tevgerê yekem sala ji jiyê xwe derbas nekiribû, lê tevlî wisa jî Tevger destpêşxer bû û bihêz tevlî şoreşa aştiyane ya li dijî stem û zordariyê bû, û Tevgerê bo xwe Encûmena Niştimanî ya kurdî (ENK-S) baştirîn çarçov ji bo karê hevbeş li ser herdu astên niştimanî û netewî dît, û gelek bizav ji bo aktîvkirin û bilindkirina karê wê terxan kir ji bo bibe nûnerê rasteqîn yê gelê kurd, û tekezî liser piroseya siyasî kir, ya ku bi riya civaka navdewletî û biryarên wê yên derbarê rewşa Sûriyê bibe.
Daxuyaniyê amaje bi karê Tevgerê her ji destpêkê bo yekrêziya tevgera kurdî kiriye, herwiha yekrêziyê dibîne pêwîstiyek bo serkeftina her karekî ji bo berjewendiya doza kurdî, û îro kar dike ku ENK-S’ê bibe ew çarçovê çalak ji bo yekrêziya kurdî.
Daxuyaniyê gotiye ku Tevgera çaksazî kurdî rojekê kêmasî nekiriye li hember mikomkirina pêwendiyan ligel sercem hêz û aliyên niştimanî yên Sûrî yên dijberê stemê û ji bo pêkanîna dewleta yasa û dadperweriyê, û Tevger wê bi hemû şiyanên xwe berdewam be li ser bizavên xwe wek bizaveke hizrî û siyasî ji bo bihêzkirina çanda hevpeyvînê û çareseriyên aştiyane, tevlî ku xebat û tekoşîna Tevgera çaksazî kurdî û ENK-S’ê rûbirû tundrewiya olî û hizrî û êdolojî û ramanên wan yên wêrankirina welat hat, û rastî PYD’ê hat ya ji bo xenqandin û jinavbirina jiyana siyasî li navçeyên kurdî kar dike, û her ji destpêka ragihandina qaşo rêveberiya xwe de kar dike ji bo dijberiya ENK-S’ê û partiyên wê û tometbarkirina wê bi îxanetê û daxistina nivîsîngehên wê û revandin û binçavkirina serkirdeyên wê di girtîgehên xwe de, ku dumahîk car mamoste Fêsel Yosif rêxerê giştî yê Tevgera çaksazî kurdî û endamê serokatiya ENK-S’ê û serokê ENK-Sê li sala 2012’an revand û binçav kir, û daxuyaniyê PYD’ê berpirsyar li hember jiyana wî dît, û daxwaza fişaran li ser PYD’ê ji hemû aliyên mafnasî ji bo azadkirina wî kiriye.
Hêjayê gotiyê ye ku Tevgera çaksazî kurdî- Sûriya li 14’ê nîsana sala 2010’an hatibû damezrandin, û yek ji partiyên ENK-S’ê ye.