Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, beşdarî di ahenga salane ya ku Dezgeha Global Justice li bajarê Gazî Entab yê Tirkiyê ya bi amadebûna sê endaman ji Endamên Kongirês ên Komarî French Hill, Ben Kline, û Scott Fitzgerald li dar xistiye de kir.
Û di ahengê de Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Wezareta Derve ya Tirkiyê bi Nûnertiya Jaggery Saqr li gel Hejmarek Ji Çalakvan û Siyasetmedar û Karsazên Sûrî û Tirk û Serokên Saziyên Mirovî Yên li Tirkiyê Dixebitin Beşdarî Kirin, û Dezgehê Xelata Xwe ya vê Salê a 2023, Mertalê Pêşenga Sûrî Adîle Bîhim Elcezaîrî, dan Serokê Encumena Sekretêrên Tîma Rewşên Awarte ya Sûrî yê emrîkî Jerry Adams.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî gotarek di ahengê de pêşkêş kir, têde xweşhaliya xwe bi kesên amade bûne anî ziman, û tekez kir ku ev çalakî û yên mîna wê derfeteke guncav e bo xurtkirina hevrêziyê di navbera pêkhatên Sûrî de, da ku di xizmeta xelkê me yên Sûrî li deverên rizgarkirî û derveyî wê de be.
Û Elmislit li ser tevgera nû ya li dijî rijêma Esed li herdû parêzgehên Siwêda û Deraa û piştgiriya parêzgehên dîtir bo van deveran û bandora wê li ser tevaya perçeyên welêt axivî, û bal kişand ser ku bang û daxwazên wê, rojên destpêka şoreşa Sûrî ya gewre di bibîra me tînin.
Û Elmislit bal kişand ser ku ev pêşketin ji cîhanê tev re nîşane ku rijêma Esed li tevaya Sûriyê nayê pejrandin, û hez û hêviya sûriyan bo dewleteke azad ya tevaya pêkhatên gelê Sûriyê dicivîne diyar dike, da ku tevna wê ya civakî biparêze, û bi dadwerî destilatê bike, û nirxên azadî û rûmet û demoqrasiyê û jiyana ewle têde cih bigre, û mafên tevaya pêkhatên Sûriyê yên ku jê hatine standin vegerîne.
Û cext kir ku rêbaza hovane ya ku rijêma Esed birêve dibe, ji kuştin û girtin û îşkence û bombebaran û koçberkirin vîna sûriyan di guhartinê de naguhêre, lêbelê hîn ew bêtir li ser daxwazê xwe yên azadiyê rijd kirin.
Û Elmislit diyar kir ku ji kesî nayê veşartin ku rijêma Esed li ser birçîkirina xelkê û bêparkirina wan ji alîkariyên mirovî û bikaranîna alîkariyên navnetewî û navdewletî bo milîsên Îranî yên ku piştgiriya wî di kuştina sûriyan de dikin û dana wan alîkariyan bo tîmên kuştinê yên ku ew birêve dibin rijd e, û bal kişand ser ku herkesî dît ku çawa bisedan tonên alêkariyên mirovî li Tertûsê hatin veşartin piştî ku di embarên rijêma Esed de genî bûn.
Û Elmislit tekez kir ku berdewamiya hebûna rijêma Esed di desthilata Sûriyê de rêgirê sereke ye li pêşiya vegera penaberan, ji ber ku Sûriya bi hebûna vê rijêmê ewle nabe, rijêma ku penaberan wek tawanbar dibîne, ji ber ku ji dojeha bombebarana wî û bermîlên teqîner reviyane.
Û cext kir ku pêngavên yekemîn yên piratîkî bo vegera penaberan ew e ku pêvajoya siyasî pêşde bibin, û piştgiriya guhartinê bikin, û piştgiriya gelê Sûriyê bo avakirina Sûriya nû ya demoqrat bikin, û diyar kir ku ev yek hewcedarî bizavên dostên gelê Sûriyê û civaka navdewletî ye.
Û Elmislit bibîra bira û dostan li dewletên erebî û dewletên dost anî, ku ev rijêma û piştgiriyên wê metirsiyê li ser deverê bi temamî çêdikin, û daxwaza cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 ji wan kir, nemaze ku keresteyên hişber ên Esed hîn li dewletên deverê û cîhanê digerîne, piştî ku wan li deverên di bin kontirola xwe de çêdike, û ji dewletê derdorê re bi alîkariya milîsên Îranî dişîne, da ku li curbecur dewletên cîhanê belav bibin.
Û Elmislit salvegera dehemîn a komkujiya kîmawî li Gotaya Şamê ya ku berî bi çend rojan bû, anî bîra wan, û tekez kir ku ew bi hemû hûrgliyên wê tawaneke cengê ye, û tawanbar jî hîn ji sizayan rizgar e, ji ber helwestên navdewletî yên ne vebir û necidîbûna wê di cîbicîkirina biryaran de.
Û pesna pêdariya gelê Sûriyê li tevaya deverên Sûrî nemaze yên li deverên rizgarkirî da, tevî astengî û dijwariyên ku têde dijîn, û tekez kir ku pêwîst e civaka navdewletî bi rêya saziyên cîbicîkar û rêxistinên civaka sivîl, piştgiriya zêdetir ji wan deveran re pêşkêş bike, û piştgirîkirina piroje û veberhênanan bi awayekî ku xelkê han bide û bihêle ku li hember rewşa mirovî rawestin bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî