Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Zuhêr Mihemed, tekez kir ku xwepêşandanên berdewam li Deraa û Siwêda destpêka şoreşa Sûriyê tînin bîra me, û ew serhildanên piştî 12 salan tên nûkirin, diçespînin ku Şoreş berdewam e, û ne wek ku hinekan texmîn kiriye ku êdî derî li pêşiya rijêmê vekirî ne.
Û di hevpeyvîneke taybet de li gel Kenala Kurdistan 24, Mihemed got ku xwepêşandanên li parêzgehên Siwêda û Deraa, dibin bingeh û li ser tê avakirin, ji ber ku wan hêviyên guhertinê di dilê xelkê de nû kirin, nemaze ew kesên ku vê dawiyê hinekî bêhêvî bibûn, û texmîn dikirin ku ev rijêm dê bimîne û berdewam bike, bi sedema helwestên Komkara Erebî û dewletên herêmê.
Û Derbarê nebûna karvedanê ji hêla rijêmê ve ta niha, ku mîna berê xwe nespartiye çareyên leşkerî, Mihemed bal kişand ser ku êdî kartên hêzdar di destê rijêmê de nemane û lawaz bûye, û heyanî hevalbendên wê yên Rusya û Îranê jî nema dikarin piştgiriya wê bikin, weku di sala 2015an de kirine.
Û li ser pirsa ku çima her dema xwepêşandanek li dijî rijêmê çêdibe, kurd derdikevin û piştgiriya wê dikin, Zuhêr Mihemed got: Diruşmên xwepêşandanên vê dawiyê wek daxwazên Encûmena Niştimanî ya Kurd in, yên ku ji sala 2011an ve bilind kirine, û got ku helwesta wan di vî warî de neguhêr e, çi di nav rikberiyê bi giştî de be û çi wek encûmen be, û nabe ku ew bê helwest bin.
Û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku Hêzên Şoreş û Rikberiyê, di warê piştgiriya xwepêşandanên herdû parêzgehên Siwêda û Deraa yekdeng in, û tekez kir ku ev heft roj in civînên Hevbendiya Niştimanî di vî warî de ji bo şopandina bûyeran û piştgiriya xwepêşandanan berdewam in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî