Tora Siwêda24, dîmenên gulebarana xwepêşanderên aştiyane li Qada Elkerame ji hêla hêzên rijêmê ve veguhestin.
Û Tora Siwêda24 got ku hêzên rijêmê guleberdan li ser xwepêşanderên ku li pêşiya avahiya rayedariya şaxê partiya Beis li bajarê Siwêda rawestiyabûn kirin, da ku metingerên ku hewl didan ku avahiyê careke din bigrin ji hev belav bibin.
Û Tora rojnamevanî diyar kir ku di serhejmariyên pêşî de ji ber gulabaranê sê kes birîndar bûn, û ew bi guleyên zindî û perçeyên guleyan birîndar bibûn, û birîndar bo herdû nexweşxaneyên Şehba û Siwêda hatin veguhestin.
Û çalakvanan daxwaza hişyariyê di warê danûstandina li gel hêzên rijêmê de kirin, û xwestin ku bersiv mîna rijêmê neyîn dayîn, da ku ji nûda şêwazê xwe yê leşkerî yê hovane li dijî sivîlan bikar neyne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî