Desteya Siyasî ya ku vê dawiyê di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de hatiye hilbijartin, îro Çarşemê, yekemîn civîna xwe bi amadebûna tevaya endamên Desteya Serokatiyê û Desteya Siyasî li dar xist, û têde plana karê qonaxa dahatî û erk û rolên komîte û ofîsan gotûbêj kirin.
Û amadebûyan ji nû ve nirxandineke berfireh ji karê rêvebirî, ofîs û komîteyan re û derfetên berfirehkirina çarçoveya kar çêkirin, ya ku dê karê wan li ser bingeha formeke torsazî be, û li ser bingeha têkiliyên beşdariyê be, da ku sûdê ji şiyan û ezmûnan sûriyan bibînin, û hevrêziyê di xebatê de bikin, û kesên xwedan ezmûn di nav karê pispor de kom bike, her wiha lihevkirina li ser pêşkêşkirina planên kar ji aliyê hevrêzkarên rêvebirî, ofîs û komîteyan ve, da ku di dema bê de dest bi xebata yekser bikin.
Û Amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina rewatiya Hevbendiya Niştimanî kirin, di rêya pêşxistina rol û karînên Hevbendiyê li gorî nêrîn û armancên ku xizmeta nişteciyên deverên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî rêveberiya wan dike kirin, da ku bikaribe projeyên yekgirtî pêk bîne, û beşdariyê di pêşketina Sûriyê de bike, û bighêjin Sûriya ku hemî Sûrî wê dixwazin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî