Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî civatên xola 68an li Stanbolê di roja 12 îlona em têde de bidawî kirin, û Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmisilt, şiroveyeke siyasî li ser dosya Sûrî pêşkêş kir, û raporên kar ên herdû heyvên tîrmeh û tebaxê, û hevdîtin û pêwendiyên girêdayî doza Sûrî li dewletên ku Sûrî lê bûne mêvan, û raporên Serokatiyê û Cîgiran û Emîndariya Giştî li ber destê amadebûyan hatin danîn.
Û Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û hemû ofîs û rêvebirî û nûnergehan, raporên karê dema bûrî û karên xola serokatiyê di dûmahiya heyama bûrî de li pêşiya endamên Desteya Giştî raxistin.
Û Desteya Giştî hilbijartin ji bo Desteya Serokatiyê û ya Siyasî ya nû li dar xistin, û Hadî Elbehra wek Serokê Hevbendiyê, û Ebdilmejîd Berekat û Dîma Mûsa û Ebdilhekîm Beşar wek Cîgirên Serok, û Heysem Rehmê wek Emîndarê Giştî hatin hilbijartin, û Desteya Siyasî ya nû jî hat hilbijartin.
Û civîngeran pêşhatên girêdayî dosya Sûrî ji aliyên siyasî, meydanî û mirovahî ve gengeşe kirin, û giringî di axaftina xwe de dan tevgera xelkê me yên li başûr, nemaze li Deraa û Siwêda, ji ber ku li wir dengê Sûriyên daxwaza azadiyê dikin, bilind dibe û vedenga wî dighêje deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, yên ku meydanên wan ji bo piştgiriya tevgera başûr tijî bûn.
Û amadebûyan tekez kirin ku deverên di bin desthilata rijêma Esed de derdeseriyeke dutaqî bi sedema berdewamiya binpêkirinên rijêma Esed dikşînin, nemaze piştî ku nehştiye alîkarî bighêjin sivîlan, ji ber ku ew wan alîkariyan ji milîsên xwe yên mezhebî re terxan dike, hevdem li gel xerabûna rewşa jiyanê li deverên di bin kontirola rijêmê de, ji ber destdanîna milîsan û belavbûna gendeliya ku rijêmê di saziyên xwe de çesipandiye.
Û kesên di civînê de li ser tevgera êlan ya ku li parêzgeha Dêra Zorê bi sedema dijminkarî û binpêkirinên berdewam ji hêla milîsên PYDe ya terorîst ve yên serdestiyê li deverê dikin axivîn, û tekezî li ser mafê êlan di vegerandina deverên xwe û rêvebirina wan de kirin, û ku rê nedin milîsên terorîst ku dest deynin ser samanên deverê û serê xelkê wê bitewînin.
Û civîngeran bal kişandin ser miqatebûna êlan li yekîtiya gelê Sûriyê bi tevaya pêkhat û xakên wê ve, û ji dewletên ku piştgiriya van milîsan dikin xwestin ku piştgiriyê yekser ji ser wan rawestînin, û kar li ser vegerandina deverê ji xelkê wê re bibe, û wan ji milîsên terorîst rizgar bikin.
Û tekez kirin ku çênabe rijêma Esed serpereştiya alîkariyên mirovî, çi yên diçin deverên di bin kontirola wê de an yên dirin deverên rizgarkirî bike, û cextî li ser pêwîstiya vegera mîkanîzma derbaskirina alîkariyan di riya sînor re û paşguhkirina VETOya rûsî kirin, an dîtina mîkanîzmeke berdêl yak u dosya mirovî ji keysebaziya siyasî dûr bixe, ji ber ku ew dosya mirovî ji bo armancên siyasî ji xwe û rijêmê re bi kar tîne .
Û amadebûyan rewşa sûriyên li Tirkiyê û dewletên din gotûbêj kirin, û spasiya wan dewletan kirin, û haydarî dan li ser pêwîstiya ku penaber mafên xwe yê guhdana bizîşkî û fêrkirinê bistînin, û wan bi kotekî venegerînin, Û pêwîstiya dabînkirina parastina wan ji helmetên girûpên nijadperest yên ku gotara nefretê belav dikin, û ji ber wê gotara nefretê penaber û malbatên wan rastî êrîşên dijî nemirovahiyê tên.
Û amadebûyan cextî li ser pêwîstiya xweşkirina Sûriyê bo vegera penaberan ji ber xwe ve kirin, di riya pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê û li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê re, û avakirina jîngeheke awle û rûmetdar û bêalî.
Û endamên Desteya Giştî tekez kirin ku berepêkên navdewletî û sistbûna di kartêkerkirina sizadan û dadpirsînê û cîbicîkirina biryarên navdewletî 2254 û 2118an de, dê bibe sedema berdewamiya tirajîdiya Sûriyê, ji ber ku rijêma Esed hîn terora xwe bi hevkariya li gel hevalbendên xwe pêk tîne, û Sûrî hîn rijd in li ser avakirina Sûriya azad û rûmetdar ya ku cihê rijêma Esed têde tune be, û bi destê xelkê wê ava bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî