Rojnameya Fransî “L’Express” dît ku yasaya Qeyser ya ku sizayan li ser her kes û her dezgeha ku li Sûriyê veberhênanê bike disepîne, garantiya sereke ye li hember vegera Beşar Esed bo nav qada navdewletî, û amaje bi wê yekê kir ku divê em dozên ku li Almanya, Fransa û dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî yên li dijî rijêma Esed hatine vekirin, ji bîr nekin.
Û Rojnameyê di rapora xwe de, got ku Beşar Esed bi çavekî erênî li vegera komî ya bimelyonên Sûriyan nanêre, û diyar kir ku dibe ku Beşar Esed bo rawestandina bazirganiya keresteyên hişber, ya ku birayê wî Mahir û milîsên ser bi Tehranê ve birêve dibin, tiştekî neke.
Û Rojnameyê amaje bi wê yekê kir ku piştî 12 salan ji cengê, dîktator dixwaze bi alîkariya cîranên xwe vegere nav qada navdewletî, çimkî serokê cihê nefretê, careke din li ber çavên birayên xwe yên Ereb, yên ku ew di sala 2011an de ji Komkara Erebî qewitandibûn, wek serokê dewletê vegeriya.
Û rojnameyê tekez kir ku tepeserkirina rikberan li seranserê welêt berdewam e, û bakurê rojavayê Sûriyê yê di destê hêzên şoreşger û opozisyonê de ye, hîn jî ji aliyê hêzên rijêma Esed û Rusya ve tê bombebarankirin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina sizayên navdewletî li ser rijêma Esed û piştgirên wê kir, û cext kir ku divê kesayetên xwedanên giraniya aborî , yên ku rijêm xwe dispêre wan ji bo reva ji sizayan, qenc bên kontrolkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî