Koîmteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Derbarê Sûriyê, tekez kir ku binpêkirinên hêzên rijêma Esed yên berdewam, rê li ber vegera penaberên Sûrî bi awayekî ewle bo welêt digrin, û Komîteyê bal kişand ser girtina sûriyên ku ji dewletên derdora Sûriyê vegeryane ji hêla hêzên rijêmê ve, û zarok jî di nav wan de hene.
Û rapora ku Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe bo xola asayî ya pêncî û çaran ya Encumena Mafên Mirovan pêşkêş kiribû, diyar kir ku kesên vegeriyane rastî serederiyeke xerab hatine ji hêla hêzên rijêma Esed ve, û got ku hin ji wan wek berdêl ji serbestberdana xwe re, rastî fişarên darayî hatine.
Û rapora Komîteyê bal kişand ser wê yekê ku Sûrî hîn derdeseriya binpêkirin û dijminkariyên berdewam ên girêdayî mafên mirovan dikşînin, her wiha derdê xerabûna rewşa aborî.
Û Komîteyê bal kişand ser ku rijêm bi awayekî nerewa rê li pêşiya gihandina alîkariyên mirovî yên jiyanê rizgar dikin, nemaze yên ku ziyan ji ber erdheja şubata bûrî dîtine, digre. Û hêzên rijêmê deverên ku ji erdhejê ziyan dîtine bombebaran kirine, û gelek ji tawanên dighêjin asta tawanên cengê pêk anîne.
Û raporê bal kişand ser gurkirina vê dawiyê li Idlibê û derbideriya bi hezaran sivîl ji Cebel Elzawiyê, û bal kişand ser xwepêşandanên li dijî rijêmê yên li Siwêda derdikevin, û daxwaza mafên aborî, civakî, sivîl û siyasî dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî