Serhildana gel a li parêzgeha Siwêdayê, daxuyaniyek belav kir, têde daxwazên sereke yên tevgera mezin a gel a ku ev 25 roj in li Siwêdayê berdewam e destnîşan kirin, û îro Pêncşemê li Qada Karama, jinekê daxuyaniya serhildêran xwend.
Daxuyaniyê tekezî li ser berdewamiya xwepêşandanan heta jinavçûna rêjîmê kir, her weha daxwaza pêwîstiya veguhestina siyasî li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî û aktîvkirina biryara 2118, û veguhestina tawanbarên tawanên cengê yên li dijî gelê Sûriyê, bo dadgeha tawanên navdewletî û serbestberdana girtiyan kir.
Xwepêşanderan pankartên ku li ser hinekan nivîsîbû: “Em bazirgan û kargehên Kaptagonê naxwazin. Em bazirganan naxwazin”. “Beşar bi Îran û Rûsyayê re ji vêderê bar bike”. “Xwîna Sûriyan li hev heram e”. “ Şoreşa me aştî, azadî, rûmet û edalet e.””
Hêjayî gotinê ye ku xelkê duh du baregehên Partiya Beis li bajarokên El-Mezra û El-Ghariya yên girêdayî parêzgeha Siwêdayê girtin, piştî bûyera gulebarankirina xwepêşanderan li pêşiya serokatiya şaxê Partiya Be’is, û xelkê biryar dan ku avahiya Şaxê El-Ghariye yê partiya Be’is, bikin krêşek û navê wê bikin Kirêşa Azadî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî