Di çarçova pilana Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta Sûriyê ya demkî de, ya ji bo xelkê Afrînê bikaribin navçeyên xwe bi rêve bibin, du encûmenên xwecihî li devera “Bilbilê” û “Mabatlê” hatin avakirin.
Encûmena Bilbilê ji 14 endaman bi serokatiya endezyar Mihemed Saîd Silêman û cîgirê serok Mihemed Sîdo û 4 endamên ofîsa bicihkirinê hat pêkanîn . û dever ji 48 yekîneyên rêveberî û niştecêbûnê pêktê, û navenda wê bajarokê “Bibilê” ye.
Û encûmena “Mabatlê” ji 15 endaman pêkhat, bi serokatiya Ebdulmuteleb Şêx Ne’san, û cîgirê wî Dawid Umer e, û 8 endamên ofîsa bicihkirinê hene .
Tê zanîn ku yekem pêgav di damezrandina encûmenên xwecihî de li roja 12’ê vê heyvê bi damezrandina encûmeneke xwecihî bo navenda bajarê Afrînê destpê kir, û paş re encumana devera Cindêrisê hat damezrandin wek beşekî ji pilana karê damezrandina encûmenên xwecihî yên bajarokan bi armanca dabînkirina seqamgeriyê û vegera koçberan li ser mal û cih û warên xwe.
Hêjayê gotinê ye ku serokê hikûmeta demkî Cewad Ebûheteb di demekê pêştir de bal kişandibû ku encûmena niha wê navçeyê heta şeş heyvan birêve bibe, û paş re wê encûmenên nû bi beşdariya sercem xelkê naçeyê bêne helbijartin.
Herwiha, ji berî çend rojan, ji aliyê Hevbendiya Niştimanî û bi hevkariya hikûmeta demkî û encûmena parêzgeha Helebê ya azad û encûmena bajarê Afrînê û bi amadebûna hejmarek ji nûnerên dewletên dost, workşopek derbarê pêdawîstiyên Afrînê hatibû lidarxistin.
Û armanca workşopa Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ew bû peydakirina piştgiriyê û dabînkirina pêdawîstiyên serekî ji sivîlan re û aktîvkirina dezgehên xizmetgozariyê li tevaya navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştima