Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, helwesta Qeterê ya neguhêr di piştgiriya gelê Sûriyê û doza wî de, ya ku Gotara Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî di civîna 78mîn ya Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de duh Sêşemê derbiriye bilind nirxand, ji ber ku têde daxwaza kar li ser gihiştina çareyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê di rêya piroseyeke siyasî re kiriye, ji bo gihiştina veguheztina siyasî li gorî biryara Encumena Ewlekariyê 2254, û rakirina zordariyê ji ser gelê Sûriyê.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê, got ku daxwiyaniyên Emîrê Qeterê helwêstên neguhêr ên Dewleta Qeterê piştrast dikin, ew helwestên ku berevaniyê di ber mafên gelê Sûriyê û daxwazên wî yên rewa di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de dikin.
Û Rehmê amaje kir ku helwestên Dewha ne cihê matmayîyê ne, ji ber ku ew ti carî dudil nebûye di mijara alîkariya Sûriyan de, û rawestana li kêleka wan û sivikkirina êş û azarên wan, û berevaniya di ber doza wan di civînên navdewletî de, û her wiha redkirina her rêyeke asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed ya tawankar re.
Û Mîrê Qeterê bi amadebûna zêdetir ji 150 Serokên Dewlet û Hikûmetan, li pêş Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, gotarek pêşkêş kir û têde got: “Çênabe ku ew zordariya giran li ser gelê Sûriyê yê bira mîna ku qeder be bê pejrandin”.
Û Mîr tekez kir ku “Sûriya li benda çareseriyeke berfireh e di rêya proseyeke siyasî re, ya ku dighêje vegiheztineke siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêv1 û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, bi awayekî ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, û yekîtiya Sûriyê û serwerî û serxwebûna wê biparêze.”
Hêjayî gotinê ye ku di civîna 78emîn a Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de dê “ji nû ve avakirina baweriyê, vejandina hevgirtina cîhanî, û lezkirina xebata li ser pilana ta 2030î û armancên wê yên geşepêdana domdar ji bo pêkanîna aştî, bextewarî, pêşkeftin û berdewamiyê ji hemûyan re, dê were gotûbêjkirin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî