Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, piştgiriya xwe ji tuhmetbarkirina serokê okranyayê Volodymyr Zelensky ji rusya re û berpirsdîtina wê di ber pêkanîna tawanên cengê de li Sûriya û Okranyê anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya ku lihevkirineke navdewletî hebe li ser protestokirina Rusya û standina helwestên cidî ji bo rawestandina van tawanên ku aştî û ewlehiya navdewletî dixin bin gefê de.
Û Berekat îro di daxwiyaniyin taybet de, got ku Rusya aloziya Sûriyê girantir kir, û di tawanên hovane yên rijêma Esed li dijî sivîlên ku di nav wan de jin û zarok hebûn bi dirêjiya çend salan beşdarî kir, û red kir ku ti çareseriyeke siyasî hebe, û piştgiriya rêbaza leşkerî ya xwînrêjî kir.
Û bal kişand ser wê yekê ku piştgiriya Rusya ji Esed re û bêhelwestbûna navdewletî, çira kesk ji rijêma Esed re vêdixe, ji bo berdewamkirina komkujiyan û kûrtirkirina êş û azarên gelê Sûriyê yên ku ev zêdetir ji 12 salan e berdewam in.
Û Serokê Okranya Volodymyr Zelensky, roja Sêşemê di axaftina xwe ya di Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de li New Yorkê, Rusya bi perçekirina Sûriyê û kavilkirina wê tawanbar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî