Encumena Niştimanî ya Kurd, li pêşiya baregeha Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, mangirtineke nerazîbûnê li dijî biryarên milîsên PYDe yên terorîst bi zêdekirina bihayê keresteya mazotê û tevaya kelûpelên din ên bazarê li dar xist, û bal kişand ser ku ev biryar dê ziyaneke mezin bighîne jiyana xelkê di vê rewşa dijwar de.
Û Encumena Niştimanî yadnameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî kir, û têde daxwaza standina rêşûnên pêwîst bo rawestandina binpêkirinên van milîsan kir, û di mangirtina nerazîbûnê de Aniya Aştî û Azadiyê û Rêxistina Asûrî ya Demoqrasî beşdar bûn.
Û Encumen dît ku kiryarên milîsên PYDe bêhtir nearamiyê li deverê çêdikin, û dihêlin ku xelk bêhtir berê xwe bide koçberiyê, û daxwaza rawestina van kiryaran û rêzgirtina li mafê welatiyan di jiyaneke azad û rûmetdar de kir.
Û daxwiyaniya Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd, bal kişand ser ku xwepêşanderan bi awayekî sivîl û aştiyane, derdeserî û tirsa kolanê diyar kirin, û siloganên şermezarkirina biryara zordarî û daxwaza jinavbirina wê kirin, her wiha şermezarkirina girtina endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd.
Tê zanîn ku duh piştî nîvro roja Sêşemê, bi sedên welatiyan beşdarî xwepêşandanekê li pêşiya baregeha Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo bûn, û aliyên siyasî yên di xwepêşandanê de beşdar, tekezî li ser giringiya dabînkirina faktorên aramiyê û rawestandina lêgerîna rêyên koçberiyê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî