Çalakvanên sivîl li bajarê Siwêdayê û gundewarên wê, ev zêdetir ji heyvekê ye di mangirtinên li qada Elkerame berdewam in, û xwepêşanderan îro pêncşemê pankartên ku tekeziyê li ser daxwazên gel ên azadî û guhertina siyasî dikin, bilind hildan.
Û girûpên xelkê ji bajarokê Hubran, Şehba û gundên wê gihiştin qada Elkerame, û oldarekî bang li jinên di xwepêşandanan de beşdar kir û gote wan: “Hûn helwestê rûmetdartir û lehengîtir û sincîtir dikin.”
Û xwepêşanderan duh çarşemê li qada Elkerame li navenda bajêr, pankartên bi zimanên Çînî, Ingilîzî û erebî û bi tabloyên hunerî û wêneyan û hemû şêweyên derbirîna gengaz bilind hildan, û têde daxwazên gel ên guhertina siyasî û cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê 2254 tekez kirin.
Hêjayî gotinê ye ku xelkên ku di xwepêşandanan de beşdar, tekez dikin ku daxwazên wan berî her tiştî siyasî ne, û ne tenê girêdayî aborî û xizmerguzariyê ne, û cextiyê li ser veguhestina siyasî û kartêkerkirina biryara 2118 dikin, û ku kesên tawan dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, bo Dadgeha Tawanên Navdewletî bên veguhestin û girtî serbest bên berdan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî