Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku diyardeya toximperistiyê û neyartiya penaberên Sûrî bi awayekî metirsîdar zêde bûye, hevdem ligel daxuyaniyên pir xirab yên berpirsên hikûmeta Libnanê, û tawana destdirêjiya xirab ya ji aliyê serbazekî artêşa Libnanê li ser penaberê Sûrî Mihemed Ebdulcewad ê ku ji ber birînên xwe di nexweşxaneya bajarokê “Elsiwêrî” li Libnanê jiyana xwe jidest da şermezar kir.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de matmayîna xwe nîşan daye derbarê ku hîç lêkokînek di bûyerên lêdan û zêdegaviyên dijî penaber û zarokên wan nehatine encamdan.
Di daxuyaniyê de hatiye ku “ku tawana terorîstî di derheqê şehîd de hat pêkanîn, li dema ew bi karê xwe wek şifêrê basekê li baxçeyê zarokan radibû, dema rawestiya ji bo zarokekî li pêşiya mala wî peya bike, li heman demê rûbirû êrîşekî bi dar û qamçiyan ji aliyê serbazekî Libnanê hat û paşî ket û dilê wî borî û îro û ji ber birînên xwe jiyana xwe jidest da”.
Ku şehîd Mihemed Ebdulcewad xelkê navçeya Elqisêr ya li gundewarê Himusê ye û bi neçarî ji bajarê xwe ber bi Libnanê koçber bibû, piştî dagîrkirina bajarê wî Elqisêr ji aliyê milîsên hizbulah li sala 2013 û kuştina çar birayên wî, ku nikarîbû wek gelekan vegere mala xwe, û ligel hevjîna xwe bi xudankirina 8 zarokan radibû.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de, hikûmeta Libnanê han daye ji bo rabe bi erkên xwe yên mirovî û yasayî li hember parastina sivîlan û encamdana dadpirsînê li hember tawanên li dijî penaberan û sizakirina tawankaran bi sizayên guncayî û ligor yasa navdewletî ya mirov û yasa navdewletî ya mafên mirov.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kiriye li ser giringiya pîtedaneke ji dil ji rêxistinên mafên mirov yên erebî û navdewletî, bi zêdegaviyên berdewam yên li ser penaberên Sûrî yên rastî êrîşan tên ji aliyê serbazên artêş û polîsên Libnanê û milîsên belav li Libnanê yên ji derveyî deshilatdariya yasayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî