Bajar û bajarokên gundewarê Hemayê ketine ber operasiyoneke bombebarana tund ji aliyê firokên cengê û yên perwane yên rêjîma Esed, têde heybera fosfora sotandinê bikar anîne, û encûmenên xwecihî û rêkxistinên navdewletî li herêmê hişyarî ji bobelateke mirovî dane, eger ew operasiyon berdewam bikin.
Dezgehên xwecihî û çalakvnên herêmê anîne ziman ko firokên cengê û yên perwane bajarê Kefer Zîta û Elletaminê li gundewarê Hemayê yê bakur amanc kirine, her weha bajarine din ketine ber topbarana rêjîmê, û tekez kirine ko operasiyonên li ser Kefer Zîta û Gundê Çilemîn bombeyên heybera fosfora sotandinê ya qedexeya navdewletî ye bikar anîne.
Encûmena parêzgeha Hemayê û fermanberiya perwerde û tendiristiyê û berevaniya sivîl ya Sûrî hem encûmenên xwecihî yên bajarokên başûrê Hemayê, daxuyaniyek belav kirine têde hişyarî ji bobelateke mirovî dane, û gotine ku ew kar gefê li jiyana 70hezar mirovên dorpêçkirî li gundewarê Hemayê yê başûr dixwe, û daxwaz ji rêkxistinên navdewletî kirin ko alîkariyên mirovî û yên bijîşkî pêşkêş bikin.
Daxuyaniyê bal kişand ser ko li dora 25hezar niştecih ji gundewarê Hema yê başûr di vê heyva nîsanê de ji ber bombebarana hêzên rêjîmê û pêşveçûna wan, ber bi du gundan ve derbider bûne, hem jî dora 1360 rewşên kêmxwarinî û bêtir ji 2000 nexweş pêdiviya wan bi guhdana tenduristî heye.
Destnîşan kirin ko başûrê Hemayê di rewşeke aloz de ye bi sedema nekarîna gihandina alîkariyên mirovî û nebaşiya xizmetgozeriyan, û yên li ser daxuyaniyê imze kirine daxwaz ji Netewên yekgirtî û encûmena ewlehiyê kirine ko bi berpirsiyariyên xwe rabin û kampanya qirkirina komelî ya ko rêjîm jê re amadekariyên xwe dike rawestînin û dorpêçê bidawî bikin.
Hebendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko rêjîm û yên piştgiriya wê dikin, tenê baweriyê bi çareseriya leşkerî tînin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir; ko rewşa bêçaretiyê bidawî bikin, û mîkanîzmeke navdewletî ya bêlayen û kartêker bikin; ji bo yên tawankariyên cengê li Sûriyê kirine dadpirsîn bibin.
Tekez kir ko lêpirsîna tawankariyên cengê û di serî de Beşar Elesed pêngava yekem e bo gihandina çareseriya siyasî ya ko li ser bingeha damezirandina desteyeke desthilatadar ya veguhêz , û got ku misogerkerina vê yekê aramî û vegera penaberan û tunekirina milîtanên Îranî û yên tiroristî yên din dabîn dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî