Li gundewarên Idlib û Hums û Hema di rojên derbasbûyî de operasiyoneke leşkerî ya giran dest pê kir, û di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûne, û çend ji bahrgehên tendrûstiyê û xizmetgozariyê hatin wêrankirin, û ev yeka ku Hevbendiya Niştîmanî li ser got ku ev berdewamiya zincîreke dirêj a tawankiriniyên cengê ye, Ko bi destê rêjîma Esed û dijminkarên Rûs pêk tê.
Çalakvanan bal kişandin ser van operasiyonên li dijî herêmên peymana kêmkirina şer, û hişt ko derbideriya hundirîn çêbibe, û gotin ku Mosko pabendiyê bi peyman û sozên xwe nake, û Hevbendiya Niştimanî got ko Rûsya hêj li rex rêjîma Esed radiweste.
Bijîşkina ji bajarê Idlibê diyar kirine ko heşt sivîlên birîndar gihane navendên bijîşkî yên bajarokê Elhebît û Eltemane li gundewarê Idlib, û çalakvanan got ku herdu bajarok ji hêla hêzên rêjîma Esed hatine topbarankirin.
Ev bombebaran li ser bajarê Idlib hêj ranewestiyaye tev ko berevaniya sivîl û fermanberiya tendiristiyê û encûmena parêzgehê hişyarî ji pêkanîna bobelateke mirovî ya mezin dabûn, eger herêmên niştecihan berdewam bombebaran bibin, ko ew herêm li dora sê milyon niştecih li wan dimînin, hin ji wan koçkiriyên kotekî ne.
Çalakvanan ji bajarê Hemayê berpirsiyariya berdewamiya bombebaranê da ser milê Rûsya, û dibînin ko bi rawestandina êrîşên hêzên rêjîmê û milîtanên tiroristî yên Îranî pabendî bi rawestandina êrîşan nekirine, û tekez kirin ko herêm ketiye ber bombebaran û topbarana top û tang û mûşekan û bi taybetî li herêma Elhewla.
Her weha firokên rêjîmê êrîş dane ser gundewarê Hema, û çalakvanan diyar kirine ko firokên cengê yên rêjîmê û yên Rûsya roja înê bêtir ji 30 êrîşan birine ser bajar û bajarokên Elletamine û Kefer Zîta, û di encamê de 10 sivîl birîndar bûne û hin mal wêran bûne, her weha firokên perwane yên hêzên Esed bi bermîlên teqîner bajarokê Qelet Elmedîq ya ko gelek derbiderên ko bi kotekî ji gundewarê Şamê û herêma Xûta rojhelat derketine lê hene.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ko helwestin wêrek bistîne û mîkanîzma navdewletî ya rawestandina tawankariyên berdewam, yên ko rêjîma Esed û Rûsya derheqê sivîlên Sûriyê de dikin kartêker bike, û daxwaz kir ko sivîlên Idlib, Hema û Humsê bên parastin. Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî