Hevrêzkarê Ofîsa Sendîka û Yekîtiyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, raporek li ser karê Ofîsê di heyama du salên kar de pêşkêş kir, û têde tekez kir ku Ofîsê kariye pêşketinekê di dosyaya Sendîka û Yekîtiyan de pêk bîne.
Û Raporê bal kişand ser pêşketinên ku ofîsê bi gavên pratîkî yên têkildarî dosya werzîşa azad pêk anîne, û Ofîsê karîbû pirsgirêka dualîbûnê di dosya werzşa azad de çareser bike, di riya avakirina Desteya Werzîş û Ciwanan re, wek destekê ji destekên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, û serpereştiya karê wê û beşdarbûna civînên wê, her wiha rêxistinkirina gelek pêşbirkên werzişî.
Û diyar kir ku Ofîsê kar li ser dosya Sendîka û Yekîtiyan kir, û pirosesa avakirina sendîkayan di riya beşdarbûna konferansên damezrandinê û civînên rolane re şopand, her wiha şopandina xebatên Yekîtiyên Xwendekaran, bi taybetî damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Sûriyê yên Azadîxwaz ên ku bi rêya yekbûna yekîtiyên Xwendekaran li zanîngehên deverên rizgarkirî hate avakirin.
Û Raporê anî ziman ku Ofîsê karên Komeleyên Ciwanan di riya beşdarbûna di çalakî û civînên wan de şopand, û ya herî girîng (Komeleya Ciwanên Sûrî yên Şoreşger) bû.
Û Raporê cext kir ku Ofîsê di warê bilindkirina asta hevrêziyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û komele, sendîka û yekitiyan de li gorî rewşa wê di salên berê de serkeftî bû, ev jî beşdariyê di xurtkirina karê saziyan de bi rêya tora di navbera ofîs û hikûmetê de û di navbera komele, sendîka û yekîtiyan de çêdike, ya ku dibe sedema bilindkirina asta hişyariya gel û birêxistinkirina xebata civaka Sivîl.
Û Berekat raporek li ser karê Desteya Siyasî di heyama du salên bûrî de pêşkêş kir, û têde tekezî li ser pabendbûna Desteyê bi plana cîbicîkar ya li ser li hev kirine kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî