Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di civîna xwe ya asayî de, ya ku îro Pêncşemê hatiye lidarketin, biryarek derxist, têde komîteyeke yasayî ya bêalî û serbixwe, ji derveyî Hevbendiya Niştimanî, bo lêkolînê û dîtina rastiyan ava kir.
Û biryarê erkên Komîteyê destnîşan kirin, ji bo ku vekolînê li ser gotinên Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî, yê têde gotiye ku Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa gefên devkî yên xerab li endamên Hevbendiyê xwarine, da wan neçar bike ku dengê xwe bidin berbijêrekî nîşankirî, ji bo lêpirsînê li ser rastî an nerastiya van gotinan çêbike.
Û Komîte ji dadwer Ebdulhemîd Elhemade weke serokê wê û Komîteyê, û D. Îsmaîl Elxelfan û parêzer Mihemed Salih Elnecim weke endam pêk hat.
Û biryarê dirêjiya dema karê Komîteyê bi deh rojan, ji roja ku dest bi erkê xwe dike de, destnîşan kir, û heye ku deh rojên din jî tenê carekê bi biryara Serokê Hevbendiyê bête dirêjkirin, eger komîte bixwaze, û erkê Komîteyê piştî ku rapora xwe pêşkêş bike bi dawî dibe.
Û biryarê diyar kir ku hemû desthilatên pêwîst ji bo pêkanîna erkê xwe yê ku di xala dudiyê ya vê biryarê de hatiye di destê Komîteyê de hene, di nav de arastekirina pirsan bo endamên Hevbendiyê, serkirdayetiya wê û xebatkarên wê, pileya wî kesî çibe bila bibe, û pirs arasteyî rayedarên saziyên ser bi Hevbendiyê ve bibin, û li bersivên her kesê ku Komîte girîng dibîne guhdarî bike, û her tiştê ku ji bo lêkolînê tê xwestin li gorî biryara komîteyê pêk were, lê divê ew tişt li gorî dosyayên lêpirsînê yên fermî belgekirî bin, û di nav dosya lêpirsînê de bête parastin.
Û Biryar ji hemû endamên Hevbendiyê, serkirdayetî û karmendên wê û serkirdayetî û karmendên saziyên girêdayî wê, di çi pileyê de be, dixwaze ku bi temamî daxwazên komîtê bi cih bînin, û hevkariyê bi Komîteyê re bikin, bêyî ku destwerdanê di karê wê de bikin, an jî hewl bidin ku bandorê li pêvajoya lêpirsînê bikin.
Û biryarê tekez kir ku Desteya Siyasî dê rêşûnên guncav bike, dermafê her kesê ku erkên ku di vê madeyê de hatine diyarkirin binpê bike.
Û cextî li ser weşandina encamên rapora komîteyê yekser piştî derketina wê kir, her wiha rêşûnên ku dê Hevbendî li gorî rapora Komîteyê bistîne, û li ser malperên fermî yên Hevbendiyê biweşîne, da ku ev mijar ji tevaya gelê Sûriyê re ronîkirî be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî