Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, yekemîn civîna xwe ya di destpêka xuleya nû ya serokatiyê de li dar xist, û planeke kar ji bo pêwendiya li gel partiyên Sûrî, Erebî û navdewletî amade kir, bi armanca avakirina toreke têkilî û peywendiyan bi partî û aliyên çalak û çarçoveyên siyasî re.
Û civîna yekem a ji bo danîna plana karê qonaxa bê, bi amadebûna Cîgirê Serok Ebdulmejîd Berekat, endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî: Ebdellah Gado, Farûq Teyfûr, Mihemed Elî Îsa, û Yihya Maktabî, birêve çû.
Û Ofîsê amaje kir ku yek ji armancên wê, avakirina kembereke siyasî ya bihêz e, ji bo alîkariyê di pêşketina siyasî û hişyariya giştî li ser bingeha armancên şoreşê bike, û karkirina ji bo berhevkirina forumeke şêwrê ji partiyên niştimanî yên Sûriyê yên ku piştgiriya şoreşê dikin, û beşdariya di dariştina gotareke niştimanî ya lihevkirin li ser hebe, û li gor qonaxên şoreşê û pêşketina wê be.
Û Ofîsê bal kişand ser wê yekê ku yek ji armancên wê yên qonaxa bê ew e, temamkirina pêkanîna serjimêriyeke berfireh ji partî, şepêl û çarçoveyên siyasî re, û pêkanîna peywendiyên rasterast bi hêzên siyasî yên sereke yên li Sûriyê û derveyî wê yên ku di Hevbendiyê de cih negirtine re, herweha li gel Şepêlên Siyasî yên ku nûnertiya wan di Hevbendiyê de heye, û karkirina ji bo lidarxistina pêwendiyan li gel partiyên siyasî yên ne Sûrî yên piştevaniya doza gelê Sûriyê dikin.
Û Ofîsê pêşniyara berfirehkirina xeleka pêwendî û hevdîtinan bi partî û kutleyên siyasî yên erebî û navneteweyî re, tevî partiyên Tirkiyê û yên din ên li ser qada Tirkiyê, pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî