Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, plana karê xwe yê bo qonaxa bê ji Desteya Siyasî re pêşkêş kir, têde tekezî li ser giringiya karkirina li ser xurtkirin û aktîvkirina peywendiyên Hevbendiyê yên navdewletî û herêmî û sûdewergirtina ji berjewendiyên hevbeş bi awayekî ku xizmeta armancên şoreşa Sûrî û nerîna siyasî ya Hevbendiyê bike, kir, her wiha şopandina pêşketin û guhertinên navdewletî û herêmî û pêşkêşkirina pêşniyaran derbarê wan bo Desteya Siyasî û Giştî.
Û planê erkên Ofîsê weha destnîşan kirin: Şopandina cîbicîkirina pêşnîyar û biryarên Desteya Siyasî û ya Giştî yên girêdayî karê Ofîsê, û amadekirin û aktîvkirina plan û stratejiyên siyaseta derve, her wiha rêkxistinkirin û pêşxistina karê Ofîsên herêmî û balyozxane û nûnergehên wê li bal dewletên dostê gelê Sûriyê, û çavdêrîkirina pergala wê ji aliyê karê wê yê siyasî û diplomasî û rêxistinkirin û şopandina karê wê.
Û Ofîsê di plana xwe de, tekezî li ser pêwîstiya birêvebirina peywendiyên Hevbendiyê li gel hêzên xwedan bandor dema standina biryaran, û têvedana ber bi avakirina girûpên fişarê (lobî) ji bo piştgiriya şoreşê li ser astên wê yên curbecur, her wiha birêvebirina aliyê dîplomasî û protokolî yê peywendiyên Hevbendiyê bi wezaretên derve, parlamento, rêxistinên biyanî û balyozxaneyan re, kir.
Û pilanê behsa amadekirina nexşeyekê ji pisporên Sûrî yên li derve û hundirê Sûriyê re, û lidarxistina pêwendiyan bi wan re, û sûdwergirtina ji ezmûn û enerjiya wan kir, ji bo piştgiriya karê Ofîsê û Hevbendiyê, û pêkanîna pêwendiyan li gel rêxistinên navdewletî û desteyên wan, ji bo mukumkirina karê hevbeş ê di xizmeta armancên şoreşa Sûrî û karê rikberiya siyasî û pêkanîna wan armancan de, û bizava ji bo sûdewergirtina ji pirogramên ku sazî û ofîsên wan ên pispor pêşkêş dikin, û danîna pilanên guncav da bandorê li biryarên wan bikin ji bo pêkanîna armancên şoreşa Sûriyê.
Û Planê diyar kir ku Ofîsa Pêwendiyên Derve dê berdewam be di asankirin û aktîvkirina tewerên karê plana Hevbendiya Niştimanî ya hatiye danîn de, di riya xurtkirina helwesta Hevbendiyê li deverên rizgarkirî û di proseya siyasî û danustandinan de, û piştgiriya aliyên cîbicîkar ên Hikûmeta Demkî li deverên rizgarkirî, her wiha şopandina dosyayên rêyên siyasî bi dewletên têkildarî dosya Sûriyê re, di warê (penaber, girtî, dadpirsîn, normalîzekirina têkliyan, sizayan, tîma Qeyser, Kaptagon, dosya alîkariyên mirovî, û her dosyayeke têkildarî proseya siyasî).
Û Planê cextî li ser danîna bername û projeyên hevbeş kir, ji bo karkirina bi Ofîsa Revendan re û xurtkirina hevkariyê li gel rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî