Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrihman Al Sanî, tekez kir ku helwesta welatê wî ji rijêma Esed nehatiye guhertin, û ew li tawankarên cengê nabihûrin.
Û Al Sanî di hevpeyvînekê li gel kanala CNN a Amerîkayê de, got ku Qeterê helwesta xwe ji rijêmê bi zelalî got, dema ku biryara vegerandina wê bo Komkara Erebî hebû, û got: “Em nikarin berdewamiya êşên gelê Sûriyê bibînin, di heman demê de destûra vegerê û normalkirina têkiliyan bidin rijêmê.”
Û bal kişand ser wê yekê ku helwesta Dewhayê wek berê ye, û ew li tawankarên cengê nabihûrin, û tekez kir ku takerêya ji bo giheştina çareseriyeke siyasî, li gorî çareseriyên civaka navdewletî ye, nemaze biryara Encumena Ewlekariyê ya girêdayî Netewên Yekbûyî jimare 2254, ya ku bi zelalî veguhertina siyasî û çareseriya siyasî diyar dike.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, helwêstên dewleta Qeterê yên neguhêr di piştgirîkirina gelê Sûriyê û doza wî de bilind nirxandibûn, û tekezî li ser resenî û rûmetdariya helwêstên neguhêr ên dewleta bira ya Qeterê ji parastina mafên gelê Sûriyê û daxwazên wî yên rewa di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî