Giropên eşîrên çiyê û hejmarek mezin ji xelkên gundên parêzgeha Siwêdayê, îro Înê, gihiştin meydana Elkerame ji bo ku beşdariyê di xwepêşandana gel ya daxwaza çûna Beşar Esed dike de bikin, û jinên Siwêdayê bi cil û bergên gelêrî beşdar bûn.
Û Xelkê bajarokê Qenewat li gundewarên Siwêdayê, du wêne, yek yê rêberê Şoreşa Sûrî ya Mezin, Sultan Paşa Eletraş, û yê duyem jî yê kevoka aştiyê bû, li dergehê bajarok li şûna wêneyên Hafiz Esed yê ku ji sala 1996an heta duh hebûn, danîn.
Û xwepêşanderan li meydana Elkarame li navenda bajarê Siwêda, strana ku hunermenda Sûrî Aye Mihena tomar kiribû, û di xwepêşandana mezin de ya ku daxwaza azadiyê û guhertina siyasî û barkirina rijêmê dike hatibû weşandin, bi hev re gotin.
Û xwepêşanderan li parêzgeha Siwêda, ji zêdetir ji heyvekê ve, tekezî li ser berdewamiya xwepêşandanan heta barkirina rijêmê û pêwîstiya veguhestina siyasî li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî û aktîvkirina biryara 2118, û birina tawanbarên tawanên cengê yên li dijî gelê Sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û serbestberdana girtiyan, kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî