Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, plana karê xwe bo qonaxa bê pêşkêş kir, piştî ku rewşa niha û workşop û çalakiyên ku Ofîsê di qonaxa berê de li gel rêxistinên civaka sivîl yên Sûrî di warê hawarçûn û alîkariyan de di riya sînor re û sektora tenduristiyê nirxandin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl Zuhêr Mihemed, tekez kir ku xebatên Ofîsa Saziyan dê ji bo xurtkirina têkiliyan û hevkariyê di navbera kesan, saziyan û rêxistinên sivîl de, û pêkanîna guhertinên erênî di jiyana kesan û ya civakê bi giştî de û pêşxistina geşepêdana domdar be.
Û Ofîsê amaje bi wê yekê kir ku di qonaxa bê de, dê karînên Hevbendiya Niştimanî di aliyên mirovî, rêvebirî û çavdêriyê de bihêztir bibin, û wê bibe hevparê rêxistin û saziyên navdewletî.
Û Ofîsê bal kişand ser ku girîngtirîn armancên qonaxa bê ev in: Nûkirina arşîva pisporî ya girêdayî rêxistinên kartêker li Sûriyê û çalakiyên wan, û astengiyên ku rastî wan tên, û pêwendiya li gel rêxistinên xwecihî û navdewletî û berdewamkirina hevdîtinan bi rêxistinên curbecur re, û cîbicîkirina pêşniyarên pêkan.
Û Ofîsê anî ziman ku hevkarî û hevrêzî dê berdewam be, û hevalbendî li gel rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî, nemaze bi Kombenda Toran û Kombenda Jinên Sûrî ya Mirovî re bên pêkanîn, her wiha hevkariyên Ofîsê li gel rêxistinên navdewletî yên ku di karûbarên Sûriyê de kar dikin dê mukumtir bibin.
Û Ofîsê bal kişand ser komxebatên ku dê di qonaxa bê de bi rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî re li Stenbolê û saziyên perwerdeyê yên li Gazîentabê re bên cîbicîkirin, û serdanên bo rêxistinên civaka sivîl bi armanca danûstandin û hevrêzkirina xebatên hevpar û pêkanîna hevdîtinan bi aliyên peywendîdar re pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî