Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Cîgirê wî Ebdulmejîd Berekat, di riya telefonê re li gel malbata xortê Sûrî Ehmed Mederatî yê ku heftiya bûrî li bajarê Adana yê Tirkiyê bi pilangerî ji hêla komek tawankaran ve hatibû kuştin, axivîn.
Û di wê pêwendiyê de Serokê Hevbendiya Niştimanî hevxemiya xwe û ya endamên Hevbendiya Niştimanî ji dê û bira û malbata wî re anî ziman, û pêşhatên dawî yên lêkolînên ku ji aliyê desthilata Tirkiyê ve ji bo girtina tawankaran û sizakirina wan berçav kirin, û diyar kir ku yek ji kesên tuhmetbar hatiye girtin.
Û Albehra bi malbata kuştî re li hev kir ku parêzerekî pispor di dosyayên tawanan de destnîşan bikin, da ku dozê û pêşketinên wê bişopîne, heya ku biryar were derxistin, û piştrast bibe ku tawankar li gorî yasayê ceza bûye.
Û Elbehra tekez kir ku hejmarek peywendî bi aliyên taybetmend ên Hikûmeta Tirkiyê re hatine kirin, û wan tekez kirine ku gelek pêngav û rêşûnên req dijî her kesê ku gotara nefretê û handanên xerab li dijî penaberan an cudahiya nijadî belav dikin hatine avêtin, û dest bi cîbicîkirina wan bûye, û tekezî li ser serweriya yasa û serxwebûna dadweriyê kirin, û ku her kesê ku tawanekê pêk bîne dê li gor yasayê siza bibe.
Û Elbehra diyar kir ku ev hewldanên ku Hevbendî pê radibe, dê berdewam bin da bigêhîjin danîna mîkanîzmeke yasayî ya karibe bi awayekî bilez li gel Sûriyan tevbigere, û xizmetguzariyên yasayî yên şêwirmendî an nûneratiyê bo kesên ku rastî dijminkarî an tawanên bi sedema gotara nefretê an gotarên nijadperestî tên pêşkêş bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî