Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, raporeke nû derxit, têde girtina ciwanekî li ser destê milîsên PYDe yên terorîst li bajarê Kobaniyê û işkencekirina wî bi awayeke hovane belge kir.
Û Saziya Mafnasî diyar kir ku ciwanê bi navê Rêber Hacî Husên, ji bajarê Kobaniyê li gundewarê rojhilatî parêzgeha Helebê ye, 36 salî ye, ji aliyê endamên ser bi milîsên PYDe yên terorîst ve di 20ê Îlonê de li bajarê Kobaniyê hatibû revandin, û ew biribûn yek ji navendên xwe yên binçavkirinê li bajêr, ji ber ku wî ciwanî di rûpela xwe ya Facebookê de daxwaza girtina deriyê dikanên bazirganî û lidarxistina mangirtinên nerazîbûnê li dijî wan milîsan li bajêr kiribû.
Û Saziya Mafnasî got ku milîsên PYDe yên terorîst di roja din de 21ê Îlonê, Rêber Husên serbest berdan, û diyar kir ku wê komek ji wêne û vîdyoyan bi dest xistine, û kopiyên wan di arşîvên wê de hene, û têde şopên îşkencekirina hovane li ser cihên cuda ji laşê wî nîşan didan, ji ber ku rastî awayên curbecur ji îşkenceyê hatibû.
Û Saziyê amaje bi wê yekê kir ku milîsên PYDe yên terorîst vîdyoyek kişandiye ku têde qurbaniyê bi navê Rêber Husên dest girêdayî xuya dike, û li ser wêne pankartek daliqandibûn û li ser nivîsîbûn: Ji gelê me yê birûmet re, ev dawiya her kesê ku gotinên pîs bike û xelkê Kobaniyê bilivîne ye, û Saziyê dît ku tevaya van karan rengên îşkenceyê û riswakirina rûmeta mirovî ne.
Û Saziyê got ku nîşanên îşkenceyê û awayê riswakirina welatiyê bi navê Rêber Hacî Hisên: “Rêbazên kesên mîna endamên Heşda Şe’ibî û hêzên ewlekarî yên girêdayî rijêmê û DAIŞê tîne bîra me, ew ên ku di bidehên vîdyoyan de xuya kirine, ku çawa şanaziyê bi îşkencekirina welatiyên Sûrî dikin”.
Û berî bi demekê Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferêt ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, tekez kiribû ku milîsên PYDe yên terorîst niha xelkê ditirsînin, û her kesê ku hewl dide ku ji bin sîwana wan derkeve digrin, û heman şêwazên hovane yên ku rijêm û tevaya rêxistinên terorîst yên dîtir dikin, milîsên PYDe jî pêk tînin.
Û Ebdulletîf cext kir ku milîsên PYDe napejrînin û nahêlin ku tevgereke aştiyane li deverên di bin kontirola wan de hebe, û Ebdulletîf daxwaza tevgereke navdewletî kir ji bo parastina sivîlan li rojhilatê Ferêt, û rawestandina piştgiriya van milîsên terorîst bi temamî, û siza bibin di ber tawanên ku li dijî sivîlan pêk tînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî