Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku dem hatiye ji bo kêmkirina destêwerdana Îranê, û derxistina milîsên wê yên terorîst ji Sûriya û Îraq û Libnan û Yemenê, û cext kir ku aştiya mayînde bi rawestandina çelakiyên mezhebî û terorîstî yên Tehranê yên li dijî gelên navçeyê destpê dike.
Mistefa bal kişand ku gelên navçeyê gelek felaket dîtin bi sedema karê terorîstî yên bi destê Îranê, çi bi awayekî rasterast yan bi awayekê din, bi armanca peydakirina nearamî û ajawegeriyê di hindur dewletên navçeyê de û belavkirina pirojeyê “şoreşa Xumeynî”.
Mistefa gunehê têkşikestina sercem danustandinên Sûrî yên ji bo çareseriyeke siyasî xist stûyê milîsên terorîst yên Îranê, û got: “Tehran li çareseriyê nagere..ew tenê dixwaze bi riya milîsên xwe aramiyê têk bibe, ji bo berê cîhanê cîhanê ji pirojeyê xwe yê etomî biguhere”.
Û bal kişand ku Îran berdewam e di dijberiya civaka navdewletî de bi riya zêdekirina çete û milîtanên xwe û hewlên berfirehkirina zalgeha xwe ber bi navçeyên nû, û tekez kir ku zêdebûna serbazgehên wan milîsên terorîst nîşana wê yekê ye ku Sûriya bi carekî ji aliyê Îranê hatiye dagîrkirin, û Rijêm û hêza xwe wek milîs ji aliyê wê têne bikaranîn.
Herwiha cext kir ku dîtir çi mifa di diyaloka ligel melayên Îranê nemaye, û daxwaza bi dawîkirina vê xewna giran li rojhilata navîn ji civaka navdewletî kir, û daxwaza qonaxa avakirina aştiyeke mayînde di navbera miletên navçeyê de kir, dûrî kîna mezhebî ya Tehran wê wek çek bikar tîne ji bo belavkirina kîn û dijminatiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî