Komîta navdewletî ya xaça sor serjimar kiriye ko sê milyon koçberên kotekî di sala par de li Sûriyê koçber bûne, û ev bi hewildanên nû yên ko rêjîma Esed li dijî sivîlan pêk tine dibîne, ev e ya ko Hevbendiya niştimanî li ser gotiye ko ew ‘’ operasiyonên guherîna dêmugrafî û tawankariyên cengê û qirkirina komelî ne.‘’
Komîtê got ku li dora 2.9 milyon kes sala borî ji malên xwe koçber bûne, ji bo jiyana xwe biparêzin, û anî ziman ko rêjeya koçkirinê gihaye wê radeyê ku her pênc kesan di xulekekê de koçber dibin.
Di heyva sibat û adara borî de mezintirîn operasiyonên koçkirina kotekî derheqê niştecihên Xûta rojhelat li gundewarê Şamê çêbûye, ku berî operasiyonên leşkerî hejmara niştecihên wê deverê 400hezar bû, operasiyonên ko rêjîmê û Rûsya gelek cûreyên çekên qedexeya navdewletî ji wan jî kîmawî û fosfora sotinê bikar anîne.
Li gora raporta wê, komîta navdewletî got ku hejmara derbideran her heyv 241667 kes in, her heftî 55769 kes, rojane 7945 kes, her dermjimêrekê 331 kes koçber dibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê hişyarî dabû ji metirsiya berdewamiya operasiyonên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî derheqê niştecihan li herêmên corbicor li Sûriyê, û dibîne ko ew tawankariyên cengê ne û dighên asta tawankariyên lidijî mirovîniyê, û nabe çav ji wan bêne girtin, û divê kesên destê wan têde heye dadpirsîn bibin.
Alîkara emîndarê giştî ya karûbarê mirovî Orsola Moler, di 25 vê heyvê de, hişyarî da bo kirdeyên tundûtûjiyê li gundewarê Humsê û Hemayê yê başûr û diyar kir ko êrîşên leşkerî jiyana li dora 210hezar kesan dike metirsiyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî