Toreya Sûriyê ya mafê mirovan, di raporteke xwe de ya ku duh derxistiye ji bo tawankariyên cengê yên heyva nîsanê li Sûriyê belgeh bike, tekez kir ko kuştina sivîlan bi destê rêjîma Esed û piştgirên wê berdewam e. û toreyê di rûniştina ko heft dewletên Ewropî lê amade bûn got ku mijara dadpirsînê giringtirîn kêşe ye ji bo‘’ bidawîkirina rewşa dilsarî û westiyana di civaka Sûrî de ‘’
Toreyê di raporta xwe de anî ziman ku wê şehîsbûna 223 kesan bi destê hêzên hevpeymana rêjîma Beşar Elesed û Rûsya û milîtanên mezhebperest di heyva nîsana borî de belgeh kiriye, û hejmara tekûz ya şehîdan gihaye 408 sivîlan.
Di heftê nîsana borî de tawankariya êrîşa kîmawî ya ko rêjîma Esed li dijî sivîlên Dûma bikar anî çêbû, û di encamê de bi sedan xelk şehîd ketin û birîndar bûn.
Toreya mafnasiyê bal kişand ser hejmara giştî ya şehîdan ji destpêka vê salê ve ku gihaye 3812 sivîlî. Û destnîşan kir ko hêzên rêjîma Esed di serê lîsta berpirsiyariyê de ye, ji ber ku 78% ji wan bi destê wê hatine kuştin.
Toreyê diyar kir ko qurbaniyên bi destê rêjîmê û hevalbendên wê 43 zarok in û 31 jin in û 11 kesên bi êşkenceyê hatine kuştin, her weha hêzin hene, dibe Rûsî bin, 11 sivîl ji nav wan du zarok û 4 jin kuştine.
Toreyê anî ziman ko 23 sivîl, du zarok û 8 jin di nav wan de hene, û şehîdek bi êşkenceyê bi destê milîtanên PYD, hatine kuştin, her weha 23 sivîl ji nav wan jinek bi destê rêkxistina tirorist ya Daişê hatine kuştin.
Toreyê destnîşan kir ko hêzên rêjîmê û Rûsya yasaya navdewletî ya mafên mirovan ya ko mafê jiyanê diparêze binpê kiriye, û tekez kir ko ne kêmî 90% ji êrîşên leşkerî li dijî sivîlan bûn, û ev behaneyên rêjîma Esed û Rûsya ko dibêjin ew şerê rêkxistina Elqaîde dikin pûç dike.
Netewên Yekgirtî bombebarana asmanî ya hêzên Esed û firokên Rûsya yên ko bûne sedema kuştarine mezin pirotesto kir, bombebaranê çend nexweşxane û navendên bijîşkî li herêmên jiderveyî kontrola rêjîmê ji kar derxistine.
Raporta toreyê ji encûmena ewleiyê daxwaz kir ku piştî derçûna biryara 2139ê pêrabûnin din bike. Û got ku giring e dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên cengê ya navdewletî bête şandin, û hemû kesên destên wan têde heye ji wan jî rêjîma Rûsî, piştî ko desttêwerdana wê di pêkanîna tawankariyên cengê de li Sûriyê tekez bû, siza bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans