Toreya Sûriyê ya mafên mirovan şehîdketina 538 ragehêneran bi destê hêzên rêjîmê ji destpêka şoreşê ve 2011 belgeh kiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ko amanckirina ragehêneran bi mebesta veşartina rastiyan û nixumandina tawankariyên cengê yên ko rêjîm derheqê sivîlan pêk tine ye.
Toreyê di raporteke nû de anî ziman ko hejmara şehîdên ragehêner li Sûriyê gihaye 683 kesan, 538 ji wan bi destê hêzên rêjîmê û 18 bi destê hêzên Rûsî şehîd ketine.
Raportê diyar kir ko 833 ragehêner di nav kesên di zindanên rêjîmê de hatine veşartin de hene, û bal kişand ser binpêkirinên rêjîmê derheqê ragehêneran, û got ku ev li gora yasaya navdewletî ji tawankariyên cengê ne.
Toreya nûçegehanên bêsînor Sûriyê xistiye serê lîsteya reş, wek metirsîdartirîn welat di nav dewletên karê rojnamevaniyê asteng dikin, ji ber qedexekirina wê ji azadiyên giştî re.
Di raportê de şehîdketin û birîndarbûna 89 ragehêneran li Sûriyê di sala 2017ê de hatiye, piraniya wan bi destê hêzên Beşar Elesed û milîtanên bi ser ve ne, her weha navenda Sûriyê ya azadiya rojnamevaniyê li kombenda rojnamevanên Sûriyê, 14 binpêkirinên derheqê ragehênerên Sûriyê di raporteka xwe ya heyva adarê de eşkere kirine.
Hevbendiya Niştimanî tawankariyên hêzên rêjîma Esed li dijî ragehêneran pirotesto kirin, û tekezî kir ku divê ev tewankarî jî tevli dosya berfireh ya tawankariyên cengê yên ko rêjîm dike bibin, û dosya Sûriyê ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin da tawankarên cengê bêne sizadan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî