Hejmara şehîdên sivîl yên êrîşa firokên rêjîmê û Rûsya li ser gundewarê Idlibê giha 6 kesan, di heman çaxî de Netewên Yekgirtî got ku ew rê nade bo çi bobelateke mirovî li Idlibê, ya ko tije sivîlên derbider e yên bi kotekî ji cihên xwe hatine derxistin.
Dezgehên ragehandinê yên xwecihî bal kişandin ser ku îro înê berbangê bajarokê Elniqêr li gundewarê Idlibê yê başûr ket ber bombebaraneke asmanî ya Rûsî, di encamê de şeş kes zarokek jî di nav wan de hebûn şehîd ketine û 12 birîndar bûne.
Çalakvanan li herêmê diyar kirine ko firokên cengî yên Rûsî firîna xwe li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê pir kirine û gundê Ernîbe jî duh amanc kirine, di encamê de çend sivîl birîndar bûne û mizgefta gund bi tekûzî wêran bû çimkî ew rasterast hatiye amanckirin.
Her weha firokên Rûsî duh kampeke penaberan nêzîkî bajarokê Me’erzîta amanc kirin û ziyanên wêraniyê çêkirin, tev ko ev kamp bi xwe berî çend rojan jî ketibû ber bombebaranê û bi dehên malbatan ji kampê derketibûn.
Yan Îgland rawêjkarê Netewên Yekgirtî yê karûbarê mirovî li ser rewşa sivîl û koçberên kotekî got: ‘’ ya baş ew e ku ew li deverên ku ew lê ne bêne parastin, ji ber ko Idlib tije derbiderên ko li çola dimînin bûye, û di kampên tije xelk de û her yekî ji wan nikare textekî ji xwe re bibîne. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê salixê tiştê li Idlibê çêdibe da ku ‘’berdewamiya pêkanîna tawankariyên cengê ye di çarçoveya çareseriya leşkerî ya xwîndar de. ‘’
Û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko pêrabûnin wêrek bike û yasaya navdewletî ya ko tawankariyên berdewam yên ko rêjîm û Rûsya derheqê sivîlan de pêktîne rawestîne kartêker bike, daxwaz kir ko sivîlên Idlibê û Hema û Humsê bêne parastin.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ji çêbûna bobelateke mirovî eger bombebarankirina Idlibê berdewam be, çimkî li dora sê milyon koçberên kotekî lê dimînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî