Ev roja şazdemîn e ko bi sedên sivîlan di deverên li jêr kontrola rêkxistina Daişê de li başûrê bajarê Şamê zehmetiya dorpêçkirina herêmên xwe dikşînin, û rewşa mirovî di berdewamiya bombebarana rêjîma Esed û Rûsya de pir aloz e.
Çalakvanan anîn ziman ko li dora 400 sivîlî li jêr gefa mirinê ne, li herêma li jêr kontrola Daişê li kampa Elyermûk û taxa Eltedamin û Elzên hem jî bajarokê Elhecer Eleswed, li nêv rewşa mirovî ya xerab bi sedema dorpêça tund.
Çalakvanin xwecihî di raporteke yekbûyî de duh gotin fakterên jiyanê li hemû taxan pir kêmbûne, bêtir gotin ko hemû bang bo vekirina rêbuhêrkeke aram ji bo derketina kesên dorpêçkirî bo parastina wan hêjî kesî li wan guhdarî nekiriye,.
Çalakvanan giliyê xelkê yê derbarê mana kelaxên kuştiyan li kolanan guhastin, ko sivîl nikarin ji jêrzemînan derkevin û wan bikişînin, tekez kirin ko hêzên rêjîmê çend malbatên hewil dane ber bi herêmên kontrola rêjîmê ve ya li rex Şamê birevin girtine.
Destnîşan kirin ko xelkên dorpêçkirî piraniya wan kalemêr û pîrejin û nexweş in, digel ko kehrebe li wan taxan her nîne.
Berê jî Netewên Yekgirtî rêjîma Esed tawanbar kir bi nehêlana derbasbûna alîkariyên mirovî bo xelkên sivîl li kampa Elyermûk ya penaberên Filestînî yên li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê.
Yan Îgland rawêjkarê Netewên Yekgirtî yê karûbarê mirovî roja pêncşembê got: ‘’me çend daxwazname ji rêjîmê re pêşkêş kirine bo gihandina alîkariyên mirovî ji kampa Elyermûk û Xûta lê rêjîmê belgên erêkirin yên pêdivî nedane me. ‘’ tekez kir ko astengî li pêşberî rêkxistinên Netewên yekgirtî hene, yên ko kar dikin bo alîkariyên mirovî bo bêtir ji 40hezar sivîlî li Xûta rojhelat bigihînin.
Her weha hêzên Esed 60 sivîl piraniya wan jin û zarok û kesên temen mezin in yên hewildane ji kampa Elyermûk beşê bin kontrola Daiş ber bi bajarokê Bibîla û Yilda û Bêt Sehim yên jêr kontrola rêjîmê birevin, girtine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî