Îro Çarşemê di encama topbarandina bi mûşekan ji hêla hêzên rijêma Esed ve li ser bajarokê Sarmîn li rojhilatê Idlibê, keçek şehîd bû, û hejmarek ji welatiyên sivîl birîndar bûn.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî got ku bombebarana mûşekan taxên niştecihbûnê, mizgeftek, “Mizgefta Mezin” û dibistanek li bajarokê Sermîn armanc kirin, û di encamê de keçkek şehîd bû, û 6 sivîlên din birîndar bûn, ji wan “3 zarokên keç yek ji wan şîrmij bû, û du jin û mêrek bûn.”
Û Berevaniya sivîl got ku bombebarana bi mûşekan a hêzên rijêmê, îro zeviyên çandiniyê û maleke nişteciyan li devera “Wadî Elzuhûr” li derdora bajarê “Biniş” li rojhilatê Idlibê, armanca kirin, bêyî ku ziyan di nav sivîlan de bête tomarkirin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, gurkirina leşkerî ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê ve li ser taxên nişteciyan li gundewarê Idlib û Helebê şermezar kir, û di daxwiyaniyeke xwe de berî bi demekê got ku gurkirina li ser deverên sivîlan metirsiyê li ser jiyana bimilyonan ji xelkê deverên rizgarkirî çêdike, nemaze ku hejmara êrîşan di sala niha de 500 êrîş derbas kiriye, û hişyarî da ku dibe ev gurkirin bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê, û hin malbatan bi awayekî rasteqîn dest bi veguhesîna berve cihên ku metirsiyar wan kêmtir be li gel gurkirina operasyonên bombebaranê, kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku danûstandina rijêma Esed bi rêbaza serkutkirin, kuştin û terorê re berdewam nedikir, eger helwestên navdewletî di rawestandina komkujiyên hovane de kartêker bana, û tunebûna cidîtiyê bi dirêjiya salên bûrî di cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê de, nemaze biryara 2254 -2118, û ji civaka navdewletî tê xwestin ku xelkên li Sûriyê mane rizgar bike, di riya pêkanîna veguhestina siyasî ya berfireh re, ya ku welêt ber bi qonaxa piştî Esed ve dibe, ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokrat ji hemû gelê wê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî