Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnamevaniyê di Komeleya Rojnamevanên Sûrî de, tekez kir ku bombebarana rêbazkirî û rewşên astengkirina berdewam ji azadiya rojnamevaniyê re, bûn sedemên sereke ji binpêkirinên belgekirî di heyva îlona 2023an de.
Û Navendê di heyva bûrî de, birîndarbûna rojnamevan Husên Elzira’î, yê bi navê Husên Ebo Elî tê naskirin, bi pîjikên çekên bombebarana topxaneyan ya ji hêla rijêmê û milîsên PYDe yên terorist ve, di dema şopandina wî ji karê rojnamevanî re li derdora bajarê Minbicê li rojhilatê Helebê, belge kir, her wiha birîndarbûna rojnamevan Mihemed Eldahir di dema şopandina bombebarana hêzên rijêmê ji kampeka derbideran de li başûrê Idlibê.
Û Navendê got ku desthilatên ewlekarî yên rijêma Esed, rojnamevan Elî Dawud li bajarê Ceblê yê ser bi parêzgeha Laziqiyê ve binçav kir, û rojnamevan Îbrahîm Elhusên rastî gefxwarina girtinê û peyketina ewlekarî ji hêla milîsên PYDe ve li ser çalakiyên wî yên rojnamevanî hat.
Û Navendê di rapora xwe de, bal kişand ser ku binpêkirinên heyva îlona 2023 li gorî deveran, li parêzgehên Îdlib, Heleb, Dêra Zorê û Laziqiyê pêk hatine, binpêkirinek li her parêzgehekê, û hêzên rijêmê di ber du binpêkirinan de berpisyar in, di dema ku milîsên PYDe di ber binpêkirinekê de, û aliyê ku binpêkirina dawîn pêk anîbû nehatiye destnîşankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî