Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, di rapora xwe ya mehane de ya heyva îlona 2023 de, anî ziman ku hejmara qurbaniyên sivîl di heyva bûrî de li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî gihişte 14 kesan, û 31 kesên sivîl birîndar bûn.
Û Rêvebiriyê di rapora xwe de, kuştina 14 kesên ku 5 mêr, jinek û 8 zarok di nav wan de hebûn, û birîndarbûna 31 kesên ku 12 mêr 6 jin û 13 zarok di nav de, belge kirin.
Û raporê bal kişand ser ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber kuştina 5 kesên ku 2 mêr, jinek û 2 zarok di nav wan de hene, û birîndarbûna 22 kersên 10 mêr û 5 jin û 7 zarok di nav wan de hene, berpisyar bûn, di dema ku milîsên PYDe yên terorist di ber kuştina 9 kesan de, di nav de 3 mêr û 6 zarok hene, û birîndarbûna 9 kesên ku 2 mêr û jinek û 6 zarok di nav de hene berpisyar bûn.
Û Rêvebiriyê anî ziman ku hejmara operasyonên armanckirinê di heyva îlona bûrî de gihişte 264 operasyonan, û rijêma Esed di ber 554 operasyonên armanckirinê de berpisyar bû, di dema ku milîsên PYDe di ber 10 operasyonên armanckirinê de berpisyar bûn.
Û Rêvebiriya Belgelirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan tekez kir ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber pêkanîna komkujiya ku gundê Elmuhsinlî li gundewarê Helebê armanca kiriye û di encamê de 5 kes bûne qurbanî û 3 birîndar bûne de berpisyar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî