Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Armanckirina deverên niştecihbûnê li zêdetir ji 25 bajar û bajarokên Helebê û gundewarên Idlibê, ji duh ve, bi bombebarankirina bêserûber, bû sedem ku bidehan sivîlên bêçek şehîd û birîndar bibin, pênc ji malbatekê di nav wan de hebûn, dema mala wan a li nêzîkî bajarokê Kefr Nûran li gundewarê rojavayê Helebê bombebaran kirin. Ev tawaneke cengê ya nû ye, ku li lîsteye dirêj a tawanan hat zêdekirin, û hewcedarî helwesteke navdewletî ya vebir e li hember rijêmê û tawanên wê.
Berdewamiya armanckirina rijêmê ji deverên nişteciyan û sivîlan re, û girêdana wê bi girûpên tundrew û terorîst ve, yên ku rijêmê bi xwe ew ji derve anîne û hin jî di hundir de çêkirine, da ku welatiyên ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di riya operasyonên tawankarî û terorîstî re, ên ku em bi tundî wan şermezar dikin, armanc bike. Ew bi van operasyonan deverên di bin kontrola wê de ji destpêka şoreşê di sala 2011an de heta niha armanc dike, û armanca wan çandina tirsê ye, û belabvkirina dijminatî û dubendiyê di nav Sûriyan de ye, bi bikaranîna siyaseta “milet perçe bike, û bibe serdarê wî” ji bo berdewamiya rewşa aloz û nearam û bêserûber misoger bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku kiryarên rijêma Esed li ser hemû Sûriyan, û berdewamiya tawanan li dijî wan, encamên serederiya civaka navdewletî ne, bi nûneratiya Encûmena Ewlekariyê û dûrketina ji berpirsiyariyên wê yên li gorî peymana Netewên Yekbûyî û nedana biryarên vebir derbarê dosyaya tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên ku ji aliyê rijêma Esed ve hatine kirin, û di nav de tawanên ku bi çekên kîmawî yên li ser asta navdewletî qedexekirî bikar anîne, tevî hebûna xaleke zelal di biryara Encumena Ewlekariyê de, nemaze ya hejmar 2118 (2013)an, ya ku dibêje: Eger rijêm careke din çekên kîmawî bikar bîne, divê Encumena Ewlekariyê rêşûnan li gorî beşa heftan a peymana Netewên Yekbûyî bistîne.
Hevbendiya Niştimanî tawanên rijêmê bi tundî şermezar dike, û tekeziyê li ser pabendbûna xwe bi karê berdewam heta ku rijêm li gor yasa û belge û peymanên navdewletî siza bibe dike, û her kiryareke leşkerî yan terorîstî ya zarok û sivîlên bêçek li hundir û derveyî Sûriyê û li ser destê kê be şermezar dike, û ji Encûmena Ewlekariyê û civaka navdewletî daxwaza şermezarkirina tawanên rijêmê dike, û bi cidîbûn û berpirsiyarî ji bo rawestandina wan kar bike, û ji rewşa aloz a ku rê nade pêşketina di proseya siyasî de derkeve, û piştgiriya veguhestina siyasî li gor biryarên navdewletî, û di pêşî de biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 (2013) bike, ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya berfireh û çûna ber bi Sûriyeke ku dadwerî û wekhevî û azadî têde parastî bin, da ku dewleteke hemwelatîbûna wekhev pêk were, bi sîstemeke dîmoqratîk li ser bingeha serweriya yasayê, ya ku rûmeta hemû mêr û jinên Sûriyê diparêze, û azadiya wan û mafê wan ji bo jiyaneke birûmet garantî dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
06 cotmeh 2023