Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, li gel komek ji rojnamevanên Sûrî yên di medyaya xwecihî, erebî û navdewletî de kar dikin, hevdîtinek li dar xist, û behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de kir, û ronî da ser plana kar û nêrîna Hevbendiyê di qonaxa bê de. Û Cîgirên Serok Ebdilmejîd Berekat û Dîma Mûsa û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî beşdarî di hevdîtinê de kirin.
Û hevdîtin bi kêliyeke rêzgirtin û xwendina Fatiheyê ji bo giyanê qurbaniyên sivîl dest pê kir.
Û Serokê Hevbendiyê behsa pêşhatên meydanî kir, nemaze êrîşên ku sivîl li çend deveran li bakurê Sûriyê armanc kirine, û di encamê de bidehan qurbaniyên şehîd û birîndar hebûn, her wiha li ser tiştê ku li Kolîja Herbiyê li Humsê di dema rêweresmên derçûna hejmarek ji efserên rijêmê de pêk hatiye û bûye sedema kuştina bi dehan ji sivîlan axivî, û bal kişand ser ku şêwazê armanckirinê û hûrgiliyên ahengê, şopa tiliyên rijêmê û milîsên ji derve anîne ên piştgiriya wê dikin diyar dikin.
Û Elbehra bal kişand ser ketwarê penaberên Sûrî yên li dewletên penaberiyê, ji ber ku vê dawiyê newekhevî nijadperestî li dijî Sûriyan zêde bûye, bi taybetî li dewletên derdorê, û diyar kir ku Hevbendiyê gelek pêwendî li gel sûriyên li Libnanê û nûnerên dewletan û herî dawî bi Nûnera Fransayê bo Sûriyê re li dar xistine, û ji wan xwestiye ku bizavên dîplomatîk yên Firansayê li gel hikûmeta Libnanê bikar bînin, ji bo sînerekî ji van binpêkirinan re deynin, nemaze piştî biryarên hikûmeta libnanê yên ku hin kiryarên newekhevî û cudakirina di nav xelkê de kirine çarçoveke yasayî de, ku dê bibe sedema zêdekirina hejmar û asta binpêkirinên li dijî penaberên Sûrî li Libnanê.
Û li ser binpêkirinên nijadperestî yên tundrewan li Tirkiyê axivî, û got ku Hevbendî bi awayekî berdewam li gel Hikûmeta Tirkiyê peywendiyan dike, û Hikûmeta Tirkiyê jî bi erênî bersiva wan daye, û rêşûnên pratîkî di vê derbarê de standine.
Û Elbehra pirograma karê Hevbendiyê ji bo qonaxa bê berçav kir, û têde giringî da pêwîstiya ku piroseya siyasî ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî li Cinêv û li gor herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê (2254) û (2118) bimînin, û pêwîstiya aktîvmana wê li ser maseyên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê, ji ber ku ew e platforma navdewletî ya ku rê dide hêvî û daxwazên gelê Sûriyê da di nav guhdana navdewletî de bimîne.
Û li ser pêwîstiya bilindkirina pêşindeya dosya Sûriyê li bal hemû aliyên navdewletî, di dema pirbûna qeyranên navdewletî yên dîtir li ser lîsteya guhdana dewletan axivî, û tekezî li ser giringiya guhertina ketwarê Sûriyê bi riya piştgiriya vegera dosya Sûriyê li nav lîsteya pêşîneyên civaka navdewletî kir, di rêya baştirkirina ketwarê deverên rizgarkirî û xurtkirina rewatiyê li ser xakê û xurtkirina vebûna deriyê diyalogê bi sûriyan re li hemû deverên Sûriyê, û piştgiriya tevgera gel a aştiyane ya ku daxwaza cîbicîkirina biryarên navdewletî bo pêkanîna veguhestina siyasî li tevaya parêzgehên Sûriyê dike, û rola xelkê me li Siwêda û şarezabûna serkirdeyên tevgerê û niştimanperweriya wan û gotara wan a siyasî ya zelal û miqatebûna wan li yekbûna Sûriyê bi xak û gelê wê ve bilind nirxand.
Û Elbehra tekez kir ku divê qonaxa bê qonaxa hevbeşî û hevtemamkirinê be di navbera hemû saziyên şoreşê û komele û yekitiyên wê û rêxistinên civaka sivîl de, û sûdê ji ezmûnên sûriyan bibînin, bi armanca aktîvkirina hemû şiyan û samanên Sûriyê, nemaze karînên mirovan, ji bo guhertina ketwarê Sûriyê û rûbirûbûna astengiyan û şert û mercên jiyana Sûriyan li bakurê Sûriyê baştir bibe.
Û Elbehra got ku ev xebat dê di riya planeke berfireh re be, ji bo pêşveçûna bakurê Sûriyê pêk were, di nav de sîstemên rêvebirinê di beşên dadwerî, yasayî, ewlehî û aborî de, û xizmetguzariyên tenduristî û perwerdeyê baştir bibin, û çareserkirina dozên girîng ên wekî peydakirina mercên pêwîst bo danpêdana bi bawernameyên zanîngehên li deverên rizgarkirî û xurtkirina piştgirî û fînansekirina bernameyên deynên biçûk ji ber rola wê ya girîng di destpêkirina pirojeyên biçûk de ji jin û ciwan û pîşekaran re, bi rêya pirojeyên bi piştgirî û fînansekirina Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê, ya ku Hevbendiyê beşdarî di damezrandina wê de kiriye, û serokatiya Encumena rêvebiriya wê dike, û Hikûmeta Demkî sûdê jê werdigire, ji bo zêdekirina xizmetguzariyên ku ji welatiyan re pêşkêş dike, û handana û piştgirîkirina projeyên hevkariyê di sektorên çandiniyê de, wek pirojeyên Piştgiriya cotkarên şînkayî û kartol û genim û xwedîkerên ajalan û misogerkirina berdewamiya karê aş û nanpêjxaneyên girêdayî Saziya Genim ya Giştî ya ser bi Hikûmeta Demkî ve, û zêdekirina hejmar û şiyana berhemdana wan, ji bo dabînkirina nanê baş û bi bihayê erzan ji welatiyan re, ya ku çend qonaxên wê ji çend salan de hatine cîbicîkirin, û pêşxistina hemû warên jiyanê û destpêkirina hewlên çareserkirina pirsgirêkên demdirêj di çavkaniyên avê û torên dabeşkirin û paqijkirina avê de li bajarê Babê, û hate ragihandin ku kar li ser hin pirojeyan di heman warî de li bajarên Ezazê û Cerablus û çend bajarokên derdora wan dest pê kiriye, bi awayekî ku rewşa nişteciyên wê derê baştir bike, û xelkê li ser vegerê han dide.
Û Elbehra ji tevaya sûriyan xwest ku bi hev re bixebitin, hevrêziyê bikin û beşdariyê di pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê de bikin, û got ku divê em tev bibin tîmeke xebatê, û yekdest û yekdil bin, ji ber ku metirsî li pêşiya me hene, lewra divê em pêşerojeyeke nimûneyî yê em hemû dixwazin bo Sûriyê pêşkêş bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî