Rijêma Esed careka dî rêbaza xwe ya leşkerî bi rêya rijdiya li ser gurkirina dijminkariyê û armanckirina sivîlan li deverên Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê tekez dike, ya ku ta niha bûye sedema ku bidehan kes şehîd û birîndar bibin, her wiha peydabûna koçberiya navxweyî berve deverên ku metirsî lê kêmtir in de, ji encama armanckirina sivîlan bi çekên şewitandin û wêrankirinê.
Bombebarankirina nexweşxaneya Idlibê û navenda tenduristiyê ya jinan û malbatê li Sermînê, tawaneke cengê ye, û divê rijêm li ser wê bête cezakirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyariyê dide ku berdewamiya operasyonên gurkirina leşkerî û êrîşên bi mûşekan û bikaranîna rijêmê ji çekên qedexekirî li ser asta navdewletî re, bi awayekî rasterast jiyana zêdetir ji çar milyon sivîlî dixe metirsiyê de, û dibe sedema zêdebûna pêlên derbideriyê û qeyranên ku pêre çêdibin di dema em nêzîkî zivistanê dibin de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê ya bi ser wê ve û civaka navdewletî û bira û dost û dewletên kartêker dixwaze ku bi awayekî bilez destwerdanê bikin, ji bo rawestandina gurkirina rijêma tawankar li ser gelê me li Idlib û gundewarê Helebê, û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bo nehiştina bobelateke mezin a nêzîk li dijî sivîlan tevgerê bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
08 cotmeh 2023