Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, êrîşên hovane yên hêzên rijêma Esed li ser sivîlan û navendên sivîl ên li bakurê rojavayê Sûriyê, ku têde çekên qedexekirî li ser asta navdewletî bikar anîne, şermezar kir.
Û Cîgirê Serok îro di daxwiyaniyên taybet de, got ku ev dijminkariya tawankarî ji aliyê rijêmê ve, hewcedarî helwesteke cidî ji aliyê civaka navdewletî ve ye, û tekezî li ser pêdiviya tevgereke rasteqîn bo dîtina çareseriyeke siyasî li ser bingeha veguhestina siyasî di rêya desteya hikumdariya veguhêz ya xwedana karînên tam re kir, li gel tekeziya li ser prensîba berpirsiyarî û dadpirsînê dermafê hemû kesên ku destên wan bi xwîna Sûriyan bûne.
Û Beşar anî ziman ku bêkêriya civaka navdewletî û neavêtina ti gaveke cidî ji bo rawestandina rijêmê, di rêya sizakirina wê li ser tawanên ku di salên bûrî de pêk anîne, hişt ku ew pêkanîna tawanên zêdetir berdewam bike.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê amaje bi wê yekê kir ku dem hatiye ku Encûmena Ewlekariyê rêşûnên vebir derbarê dosyeya tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê, yên ku rijêma Esed bi bikaranîna çekên qedexekirî li ser asta navdewletî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê jimare 2118 (2013) tuhmetbar dikin bistîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî