Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbebndiya Niştimanî Civîneke Awarte bo Gotûbêjkirina Dijminkariya Rijêmê li Ser Bakurê Sûriyê li Dar Dixe

October 9, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Desteya Giştî ya Hevbebndiya Niştimanî Civîneke Awarte bo Gotûbêjkirina Dijminkariya Rijêmê li Ser Bakurê Sûriyê li Dar Dixe

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro duşemê, civîneke awarte bo gotûbêjkirina gurkirina leşkerî ya tawankarî li ser Idlibê û gundewarê Helebê ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê ve li dar xist. Û civîn bi rawestana kêliyekê bo rêzgirtina giyanê pakrewanan û xwendina Fatîheyê dest pê kir.

Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û Wezîrên wê, di nav wan de Wezîrê Berevaniyê Emîd Hesen Hemade û nûnerên Artêşa Niştimanî, di civînê de amade bûn, herweha Rêveberê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Hesno û endamê Desteya Rêveber a Berevaniya Sivîl Ehmed Yazcî û Serokê Desteya Siyasî li Idlibê Ehmed Elhisênat û endamên din ên Desteya Siyasî yên li Idlibê beşdar bûn.

Û Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, şiroveyek li ser pêşhatên dawîn yên meydanî û leşkerî û tevgerên li eniyên şer yên curbicur û ziyanên mirovî û madî yên ji encama êrişên leşkerî yên dijminkarî pêşkêş kir, û Wezîrê Berevaniyê tekez kir ku dijminkariyên berdewam ji hêla hêzên rijêmê bi piştgiriya hevalbendên wê, hejmarek ji bajar û bajarokên bakurê Sûriyê di nav wan de navendên girîng wek nexweşxane, navendên tenduristiyê, dibistan, û bazarên gelêrî armanc kirin.

Û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, raporek li ser rewşa mirovî û derbideriya çêbûye û operesyonên bersivdayînê li deverên armanckirî pêşkêş kir, û behsa arastekirina kar ber bi yekkirina karînan ji bo hevrêzkirina xebatên alîkariyê kir, û Berevaniya Sivîl ya Sûrî agahiyên nû derbarê karê xwe di bersivdana bobelata mirovî di encama bombebaranê de ji bo rizgarkirina birîndaran û piştgiriya derbideran û derxistina kesên di bin kaviland de mane pêşkêş kir, û herdu saziyan kurteşiroveyek li ser hewldanên ku hatine kirin ji bo dabînkirina navendên bicîkirina derbiderên ji deverên armanckirî reviyane pêşkêş kirin, û amadebûyan rêşûnên ku hatine standin bo bersivdana ziyanên van dijminkariyan û plana bo rûbirûbûna wan berçav kirin.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra di civînê de diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser handana dewletên dost û bira dike ji bo civîneke awarte ya Encumena Ewlekariyê li dar bikeve, da ku dijminkariyên rijêmê yên li bakurê Sûriyê gotûbêj bike, û biryar û rêşûnên guncav bistîne, ji bo gurkirina leşkerî raweste û vegerin peymanên navdewletî yên berê, bi armanca cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê 2254 û 2118, û amaje bi wê yekê kir ku danûstandin bi Hikûmeta Tirkiyê re derbarê pêşhatên meydanî û bizavên ku Enqere di nav giropa Astane de pê radibe berdewam in, ku têde Tirkiyê hişyarî daye ji bo agirbest û parastina jiyana sivîlan pêk were.

Û di heman çarçoveyê de, Elbehra pêwendî li gel Wezareta Derve ya Fransayê kir, ji bo gotûbêjkirina van xalan tevan, li gel mijarên din ên pêwendîdar û rewşa penaberên Sûrî yên li Libnanê. Û dê şandeke Hevbendiyê sibe sêşemê serdana Parîsê bike, û hevdîtinekê li gel aliyê Fransî li dar bixe, û hemû dosyayan gengeşe bike, û piştî vê serdanê dê hevdîtin li gel dewletên dost yên endamên herdemî di Encumena Ewlekariyê de û dewletên din ên endam re pêk werin, ji bo pişta daxwazên Hevbendiyê bigirin derbarê lidarxistina civîneke awarte ji Encumena Ewlekariyê re, da bilindkirina asta alîkariyên Netewên Yekbûyî ji van deveran re pêk were.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs, behsa hewlên Desteyê di warê pêwendiyên herêmî, erebî û navdewletî de kir, ku têde bang li Netewên Yekbûyî, Komkara Erebî û dewletên xwedî bandor di dosya Sûriyê de hate kirin, ji bo şermezarkirina gurkirina leşkerî li ser bakurê Sûriyê û êrîşa li ser sivîlan yekser bête rawestandin.

Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî xwest ku biryar û rêşûnên lezgîn û piratîk bo rawestandina komkujiyên dermafê gelê Sûriyê bistîne, û piştgiriya hewlên ku Hikûmeta Demkî û saziyên Sûrî yên dîtir pê radibin bo bersivdayîna bobelata mirovahî bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûr

Tags: Civîneke AwarteDesteya Giştî
Share8TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Civînek Awarte ya Desteya Giştî ya Hevbendiyê bo Gotûbêjkirina Gurkirina Tawankarî ya Rijêma Esed li Idlib û Gundewarê Rojavayê Helebê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.