Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîneke awarte (duşemê 9/10/2023) bo gengeşekirina gurkirina leşkerî ya tawankari ya rijêma Esed û hevalbendên wê, ya ku berî derdora hefteyekê dest pê kiriye, li ser bajarê Idlibê û gundewarê wê û gundewarê rojavayê Helebê, li dar xist, û civîn bi kêliyeke bêdeng û xwendina Fatîheyê li ser giyanê pakrewanan dest pê kir.
Û di Civînê de Serokê Hikûmeta Demkî Ebdulrihman Mustefa û wezîrên Hikûmetê di nav wan de Wezîrê Berevaniyê Emîd Hesen Hemade û nûnerên Artêşa Niştimanî beşdar bûn, her wiha Serokê Desteya Danûstandinê a Sûrî Bedr Cemûs, Rêveberê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Hesno, Endamê Encumena Rêveberiya Berevaniya Sivîl Ehmed Yazcî, û Serokê Desteya Siyasî li Idlibê Ehmed Elhisênat, û endamin din ji Desteya Siyasî ya Idlibê jî beşdarî civînê bûn.
Û Amadebûyan plana karê bo rûbirûbûna helmeta gurkirinê ya rijêma Esed û hevalbendên wê bi riya karê siyasî, leşkerî û medyayî, û fişaran ji bo rawestandina helmeta hovane ya ku sivîlan armanc dike, gotûbêj kirin.
Û Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî şiroveyek derbarê dawîtirîn pêşketinên meydanî û leşkerî û tevgerên li eniyên curbicur û ziyanên mirovî û madî ji encama êrişên leşkerî yên dijminkarî pêşkêş kir, û Wezîrê Berevaniyê tekez kir ku êrîşên berdewam yên hêzên rijêmê, bi piştgiriya hevalbendên wê, hejmarek ji bajar û bajarokên bakurê Sûriyê armanc kirin, û di nav wan de navendên girîng wek nexweşxane, navendên tenduristiyê, dibistan, û bazarên gelêrî hebûn.
Û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, raporek li ser rewşa mirovî û derbideriya çêbûye û operesyonên bersivdayînê li deverên armanckirî pêşkêş kir, û behsa arastekirina kar ber bi yekkirina karînan ji bo hevrêzkirina xebatên alîkariyê kir, û Berevaniya Sivîl ya Sûrî agahiyên nû derbarê karê xwe di bersivdana bobelata mirovî di encama bombebaranê de ji bo rizgarkirina birîndaran û piştgiriya derbideran û derxistina kesên di bin kaviland de mane pêşkêş kir, û herdu saziyan kurteşiroveyek li ser hewldanên ku hatine kirin ji bo dabînkirina navendên bicîkirina derbiderên ji deverên armanckirî reviyane pêşkêş kirin, û amadebûyan rêşûnên ku hatine standin bo bersivdana ziyanên van dijminkariyan û plana bo rûbirûbûna wan berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra û Cîgirên wî derbarê pêşhatên giştî yên meydanî û siyasî şiroveyek pêşkêş kirin, û Elbehra tekez kir ku komkujiyên niha yên rijêmê dighên asta tawanên cengê yên nû ku li ser dosya tawanên wê yên dirêj zêde dibin, û ku ev gurkirin helwesteke navdewletî vebir dixwaze, û ku rêşûnên navdewletî ji bo parastina sivîlan û sizakirina rijêma Esed li ser van tawanan bistîne, nemaze piştî ku rijêmê û hevalbendên wê bi awayekî zêde çekên li ser asta navdewletî qedexekirî yên (fosfora şewitandinê) bikar anîn, bi sûdwergirtina ji bêdengiya navdewletî ya cihê gumanê li hember tawanên cengê yên ku rijêm pêk tîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra ji Encumena Ewlekariyê daxwaza lidarketina civîneke awarte kir, da ku dijminkariyên li ser sivîlan li Idlibê û gundewarê Helebê rawestin, û derbarê tawanên ku rijêma Esed û hevalbendên wê li Sûriyê pêk tînin berpisyariyê hilgire, û biryar û rêşûnên guncav bistîne, ji bo gurkirina leşkerî raweste, û vegerin peymanên navdewletî yên berê, bi armanca cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê 2254 û 2118, û Serokê Hevbendiyê amaje bi wê yekê kir ku danûstandin bi Hikûmeta Tirkiyê re derbarê pêşhatên meydanî û bizavên ku Enqere di nav giropa Astane de pê radibe berdewam in, ku têde Tirkiyê hişyarî daye ji bo agirbest û parastina jiyana sivîlan pêk were.
Û di çarçoveya karê siyasî de, Elbehra pêwendî li gel Wezareta Derve ya Fransayê kir, ji bo gotûbêjkirina van xalan tevan, li gel mijarên din ên pêwendîdar û rewşa penaberên Sûrî yên li Libnanê û dê şandeke Hevbendiyê îro sêşemê serdana Parîsê bike, û hevdîtinekê li gel aliyê Fransî li dar bixe, û hemû dosyayan gengeşe bike, û piştî vê serdanê dê hevdîtin li gel dewletên dost yên endamên herdemî di Encumena Ewlekariyê de û dewletên din ên endam re pêk werin, ji bo pişta daxwazên Hevbendiyê bigirin derbarê lidarxistina civîneke awarte ji Encumena Ewlekariyê re, da bilindkirina asta alîkariyên Netewên Yekbûyî ji van deveran re pêk were.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs, behsa hewlên Desteyê di warê pêwendiyên herêmî, erebî û navdewletî de kir, û bal kişand ser ku têde bang li Netewên Yekbûyî, Komkara Erebî û dewletên xwedî bandor di dosya Sûriyê de hate kirin, ji bo şermezarkirina gurkirina leşkerî li ser bakurê Sûriyê û êrîşa li ser sivîlan yekser bête rawestandin.
Û Beriya encamdanê, Desteya Serokatiyê şiroveyek li ser rêxistinkirina karên Desteya Siyasî pêşkêş kir, ji bilî nirxandina destkeftên di heyama derbasbûyî de.
Û amadebûyan tekez kirin ku rêya tenha bo rizgarkirina Sûriyê ji trajediya dubare ew e ku civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe hilgire û biryarên navdewletî cîbicî bike, bi taybet biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 (2013), da ku bighêjin çareseriyeke siyasî li ser bingeha veguheztina siyasî ya berfereh ya ku ewlehî û aramiya domdar pêk tîne, û derbasbûna bo Sûriyeke ku têde dadwerî û wekhevî û azadî cih bigre û dewleteke hemwelatîbûna wekhev pêk were.
û amadebûyan hevxemiya xwe li gel miletê Filistînê yê bira anîn ziman, û bombebarana hovane ya li ser Filistîniyan li Xezayê ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke mezin ji şehîdan şermezar kirin, û yekitiya daxwazên gelên Sûriyê û Filistînê yên di azadî, serxwebûn û jiyaneke ewle de anîn ziman.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 cotmeh 2023