Xwepêşandanên xelkê parêzgeha Siwêda bo guhertina siyasî û rûxandina rijêma Esed, di roja xwe ya pêncî û duduyan de li pey hev li qada Elkerame li navenda bajêr berdewam in.
Û xwepêşanderan îro sêşemê li qada Elkerame, pankartin hildan û li ser hinan hatibû nivîsîn: Rêya dadweriyê û aştiyê bi hêza azadîxwazan dê ne dirêj be. Îro li Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî, sibe li Dadgeha Tawanên Navdewletî. Birûxe zordariya zîndanên Esed. Ji Beşar re Gotin: Kê tu kiriye Fir’on? Got: min dadgeha dadweriyê nedît ku min rawestîne.
Û xelkê parêzgeha Siwêda bi giştî, û şêniyê bajarê Şehba bi awayekî taybet, duh duşemê daxwaza derketina mangirtineke nerazîbûnê ya aştiyane li dijî rijêma Esed îro sêşemê kirin, wek piştgirî ji bo eşkerekirina kirêtiya binpêkirinên dermafê gelê Sûriyê pêk tên, hevdemî destpêkirina rûniştinên Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûr