Serokê Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa digel şanderê firensî yê taybet bo Sûriyê Firank Cîliyê civiya, û ligel wî berdewamiya kirdeyên leşkerî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve û tawankariyên cengê yên derheqê sivîlan de pêk tên gotûbêj kirin.
Civînê karîna kartêkerkirina pêvajoya pirosêsa siyasî li Cinêvê ya ko Netewên yekbûyî çavdêriyê dike gengeşe kir, û herdu aliyan tekez kir ko giring e kar bête kirin ji bo çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 bête dîtin.
Birêz Mistefa dibîne ko misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz di damezirandina desteyeke desthilatdar ya veguhêz ko bi hemû karûbarên cîbicîkirinê be ji wan jî karên serokê komarê, û bi vê tenê wê derdê miletê Sûrî bidawî bibe û aramî li welat vegere.
Serokê Hevbendiyê hişyarî dan ji encamên yasaya 10 ya ko ji hêla rêjîma Esed ve derketiye û maf dide rêjîmê ko dest deyne ser milkên kesên derbider û koçber bûne, bi behaneya jinû-rêkxistina herêmên wêrankirî, û ev yek dê bihêle nema penaber li cihîên xwe vegerin.
Bal kişand ser ko ew dê operasiyonên koçkirina kotekî ya ko li herêmên corbicor li Sûriyê bi destê rêjîmê û Rûsya û Îranê çêbûne rewa bikin, û ev bi xwe ji tawankariyên cengê ne, û yasaya navdewletî tewankarên wê siza dike.
Birêz Mistefa diyar kir ko operasiyonên bombebaranê hêj li herêmên hindirê Idlib û Hemayê berdewam in, û daxwaz kir ku giring e sivîl bêne parastin, piştî ko herêm tije penaber bûne.
Û daxwaz kir ko alîkariyên mirovî yên bilez ji koçberan re bêne pêşkêşkirin, ji ber gelek sivîl li wir hene, piraniya wan jin û zarok in, bê cih û xwar mane.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî