Toreya Sûriyê ya mafên mirovan ragehand ko hêzên Esed ne kêmî 50 komkujiyan ji destpêka şoreşê ve û heta nîveka heyva Sibata borî pêk anîne, û tore dibîne ko ew komkujî mezhebî ne û navê “qirkirina mezhebî” li wan kir.
Toreyê destnîşan kiriye ko rêjîma Esed 3028 kes piraniya wan sivîl in û 531 ji wan zarok in û 472 jin in kuştine, her weha milîtan çêkirine gelek komkujî pêk anîne û kirdeyên kuştinê bi gelek awayan kirine, û tawankariyên xwe jî bi rêya vîdyo û wêneyan belav kirine, têde kelaxin bi kêran parçeparçekirî û jinên rût hene, û kuştina bi cûreyên berê bi wan re pêk anîne.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko herdu salên pêşî ji destpêka şoreşa Sûrî yên herî tund bûn, û bilindtirîn komkujiyên qirkirina mezhebî têde bikar anîne, û diyar kir ko rêjîma Esed awayên corbicor kirine tako nakokiyên mezhebî xurt bibin.
Toreyê got para mezin ji komkuhiyan li bajarê Humsê bû bi 22 kuştaran, û li dora 1040 kesî ji nav wan 209 zarok û 200 jin kuştine, di pey re Heleb û Hema tên bi 8 kuştaran li her yekê ji wan, 416 kes li Helebê û li Hema 197 kes kuştine.
Toreyê anî ziman ku eger mirov bibêje ya li Sûriyê çêdibe cengeke mezhebperestî ye, ew gotin dikevin berjewendiya rêjîmê de, ji ber wê berpirsiyariya wek hev têkeve hustê herdû aliyan de, û ev ji rastiyê dûr e, ji ber xelk lidijî rêjîmeke mafyewî derketiye ko têde hemû alavên kuştinê bikar anîn.
Hevbendiya niştimanî dibîne ko rêjîma Esed dixwaze rengê mezhebî bide ser tiştê çêdibe tako pêkanîna komkujiyan derheqê sivîlan rewa bike, û bi behaneya şerê li dijî tirorê pirosêsa siyasî têk bide, hevbendiyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko yên tawankarî li Sûriyê pêk anîne bêne sizakirin, û wan bidin ber dadgeha tawankariyên navdewletî ji bo sûlavên xwînê rawestînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî