NY tekez kir ku êrîş li ser navendên pizîşkî li Sûriyê her ji destpêka îsal ve gihiştine astên pêşbînnekirirî, û bûne sedema kuştina 89 kesan û birîndarbûna 135 kesên din, hevdem ligel berdewamiya êrîşên esmanî yên firokên rijêma Esed li ser Idlib û Hemayê.
Cîgirê berdevkê sikirtêrê NY Ferhan Heq, duhî di kongirekî rojnamevanî de got ku zanyariyên di destê nivîsîngeha NY ya hemahengiya karubarên mirovî (OCHA) de, didin zanîn ku “pêkanîna êrîşan li ser navendên pizîşkî ji destpêka îsal ve gihiştine astekî pêşbînnekirirî”.
Wî berpirsê NY aşkere kir ku ew êrîşa li dawiya heftiya borî ya li ser naxweşxaneya navendî ya Hemayê hatibû pêkanîn, êrîşa 92’emîn bû li ser navendên pizîşkî her ji destpêka îsal ve.
Û diyar kir ku êrîşên îsal bûne sedema mirina 89 kesan û birîndarbûna 135 kesên din, eger bi par re bên berhevkirin, ya 73 kes têde miribûn û 149 kesên din birîdar bibûn, di 112 êrîşan di salekê de.
Herwiha ev zêdekirina êrîşan dijî navendên pizîşkî hevdem bûn ligel pêkanîna kiryarên koçberkirina neçarî yên berfereh ji aliyê rijêma Esed li dijî xelkê navçeyê û armanckirina navendên zindî yên wan navçeyan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşên li ser navendên pizîşkî bi şêwazekî ji şêwazên neçarkirina xelkê li ser destberdana ji mal û cihên xwe dîtibû, û tekez kiribû ku ew tawanên şer in, û daxwaza rakirina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî