Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehmê, navê tawanên qirkirinê li tiştê ku li Gazaya Filistînê dijî gelê bêçek tê pêkanîn kir, piştî dubarebûna komkujiyan ji aliyê Israîla dagirker ve, û qurbanîbûna nêzîkî 400 sivîlî di encama bombebarana Israîlê ya duh li ser kampa Cebaliyê.
Û Rehmê got ku tişta li Gezeyê pêk tê nîşana metirsiyek mezin e dijî miletekî bi temamiya wî , nemaze di dema berteka neyînî ya ji hêla civaka navdewletî ve hember van tawanan, û nebûna fişara rêgirtinê li pêşiya Îsraîla dagirker ji bo rawestandina tawanên wê.
Û Rehmê tekez kir ku divê gel û dewletên cîhanê tevgerê ji bo gelên bindest ên ku azadî û serxwebûna xwe ji hêzên stemkar û zordar û dagirkeran dixwazin bikin, nemaze bo Filistîn û Sûriyê.
Û Rehmê hişyarî da ku êrîşên ji aliyê Îsraîlê ve tên kirin, armanckirineke rêbazkirî ye ji sivîlan û tevaya jiyanê re li Gezayê, û bûye sedema bi dehan tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê, di dema bêdengiya civaka navdewletî û hiştina gelê Filestînê ku rûbirûyî mirina bi komî bibe, hevdemî li gel berdewamiya bombebarana li ser Idlib û gundewarê wê ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê ve, û pêkanîna tawanên bêhtir dermafê sivîlan.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî, bal kişand ser wê yekê ku nekarîna civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî û rêkxistinên mafên mirovan, hember rawestandina tundûtûjiyê û nakokiyên li seranserî cîhanê, bû sedem ku baweriya gelan bi van rêxistinan û kartêkerbûn û bandora wan nemîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî