Hêzên rijêma Esed û Rusya di heyva çiryiya pêşîn de, komkujiyên metirsîdar li dijî sivîlan li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê pêk anîn, û têde çekên li ser asta navdewletî qedexekirî di bombebarankirina deverên niştecihbûnê û navendên giştî de bikar anîn.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî, eşkere kir ku di encama helmeta gurkirin û bombebarana tund ji aliyê hêzên rijêmê û Rusya ve di heyva bûrî de, 66 kes şehîd ketin, 23 zarok û 13 jin di nav wan de hebûn, û zêdetir ji 270 kesî birîndar bû, di nav wan de jî 79 zarok, 47 jin û 3ê ji xwebexşên Berevaniya Sivîl a Sûrî hebûn.
Û Hêzên rijêmê û Rusya sê komkujî pêk anîn, ku piraniya qurbaniyan zarok û jin bûn, ya yekem li bajarokê Kefr Nûran li gundewarê Helebê yê Rojava bû, ya duyem li gundê Qerqûr li deşta Elxab li bakurê rojavayê Hemayê bû, û ya sêyem li gundê Elhamamê li gundewarê rojavayê Idlibê bû, di 24ê vê heyvê de.
Û bombebarana Hêzên rijêmê û Rusya bi topxane û mûşekan û êrîşên asmanî, bidehan navendên giştî û malên sivîlan li bêhtir ji 70 bajar û bajarokên bakurê rojavayê Sûriyê armanc kirin, bêhtir ji 13 dibistanan di nav de hebûn, û zêdetir ji 7 avahiyên pizîşkî bi awayekî yekser armanca bûn, û rastî ziyaneke mezin hatin.
Û bombebaranê 5 mizgeft, 5 kamp, 5 bazarên gelêrî, û 4 navendên Berevaniya Sivîl a Sûrî di nav de navendeke tenduristiyê ya nexweşiyên jinan û malbatê, stasyoneke elektirîkê, 3 stasyonên avê û 3 mirîşkxane, hatin armanckirin.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku di encama êrîşan de, bi hezaran malbatên ji bajarên Idlib, Erîha, Cisir Elşuxûr, Sermîn, Daret Izze, gundên Afes, Elneyreb, Tirmanîn, Elebzimo û bidehan gundên Cebel Elzawiye li başûrê Idlibê koçber bûn.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de tekez kiribû ku rijêma Esed hîn li ser heman rêbaza tawankarî ye, ji ber ku baweriya wê bi ti proseyeke siyasî ya ku karibe daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne tuneye, lêbelê xwe dispêre dijminkariyê û rêbaza leşkerî û berdewamiya tundî û kuştin û serkutkirin û koçberkirinê, wek amûrekê bo çespandina desthilata xwe ya nerewa li Sûriyê, mîna sizakirinê ji sivîlên ku daxwaza dadwerî û azadiyê û jiyana birûmet dikine re.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî xwest ku tawana cengê ya ku rijêmê li gundewarê Qerqûr pêk aniye şermezar bike, û mîkanîzman ji bo vekirina xetimandina di dosya Sûriyê û piroseya siyasî de ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî bibîne, û bi awayekî kartêker hewl bide ku veguhestina siyasî pêk were, û biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê, nemaze biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013) cîbicî bike, Ji bo bicihanîna daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê yên avakirina dewleta dadmendî, azadî û demokrasiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî