Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku di heyva çirya pêşîn ya 2023an de, 161 sivîl li Sûriyê hatin kuştin, 34 zarok, 44 jin û 2 kesên ji ber îşkenceyê mirine di nav wan de hebûn.
Û di rapora xwe ya dawîn a derbarê hejmara qurbaniyan de, torê anî ziman ku 61 sivîl di nav wan de 23 zarok û 9 jin li ser destê hêzên rijêma Esed hatin kuştin, û hêzên Rusyê 9 sivîl kuştin, 4 zarok û 4 jin di nav wan de hebûn.
Û bal kişand ser ku milîsên PYDe yên terorîst 5 sivîl kuştin, yek ji wan zarok bû, û 86 sivîlên ku 6 zarok û 31 jin di nav wan de hebûn, li ser destê aliyin din hatine kuştin.
Û raportê di heyama heyva bûrî de, 4 komkujî belge kirine, sê ji wan li ser destê rijêma Esed û Rusya bûn, û hejmara kuştiyên komkujiyên belgekirî gehişte 73 sivîlan, 12 zarok û 35 jin di nav wan de hebûn.
Û raporê diyar kir ku parêzgeha Humisê di serê lîsteya parêzgehan de bû, bi rêjeya nêzî 35% ji hejmara kuştiyên belgekirî, û piştî wê parêzgeha Idlibê bi rêjeya nêzî 30% hat, û hemû qurbaniyên wê li ser destên hêzên rijêmê û Rusya bûn, û rêjeya qurbaniyan li parêzgehên Humis û Idlibê nêzîkî 66% ji hejmara qurbaniyan bû.
Û rapora Tora Mafnasî, kuştina du kesan bi sedema Îşkenceya li ser destê hêzên rijêma Esed tomar kir, û rêjeya qurbaniyên bi sedema Îşkenceya li ser destê hêzên rijêmê nêzî 47% bû, li gor hejmara giştî ya qurbaniyên di bin îşkenceyê de.
Û raporê tekezî li ser pêwîstiya ku rijêma Esed bombebarankirina bêserûber û armanckirina cihên niştecihbûnê, nexweşxane, dibistan û bazaran rawestîne kir, her wiha operasiyonên Îşkencekirinê yên ku bûne sedema mirina bihezaran welatiyên Sûriyê di girtîgehan de rawestîne, û panendiyê bi biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî û yasaya û mirovahî ya naskirî bike.
Û raporê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî kir ku rêşûnên zêdetir piştî derketina biryara jimare 2254 bistîne, û cextî li ser pêwîstiya radestkirina dosyaya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û dadpirsîna hemû kesên ku destê wan di tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên cengê de heye kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî