Saturday, December 2, 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Civînek li Gel Şêwirmenda Siyasî di Konsulxaneya Fransa de bo Gotûbêjkirina Pêşhatên Meydanî û Siyasî

November 3, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Civînek li Gel Şêwirmenda Siyasî di Konsulxaneya Fransa de bo Gotûbêjkirina Pêşhatên Meydanî û Siyasî

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat û Hevrêzkarê Desteya Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo, civînek li gel Şêwirmenda Siyasî ya dosya Sûrî di konsulxaneya Fransa li Stembolê de Emel Binhakok li dar xist, û bi hev re pêşhatên dawî yên rewşa meydanî û siyasî di dosya Sûrî de gotûbêj kirin.

Û Sekreterê Desteya Siyasî Ebdilbaset Ebdulletîf û endamên Desteya Siyasî Munzir Siras û Ebdullah Gado tevlî civînê bûn.

Û Berekat li ser serdanên meydanî yên Hevbendiya Niştimanî bo deverên curbecur ên rizgarkirî û hevdîtinên li gel berpirsên saziyên xizmetguzariyê û yên cîbicîkar yên girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî, her wiha li gel çalakiyên şoreşgerî, komeleyên ciwan û xwendekaran, û risipiyên deveran axivî.

Û Berekat tekez kir ku karvedanên erênî ên tevaya serdanan hebûn, û xwestekeke mezin ji bo baştirkirina ketwarê deverên rizgarkirî heye, û kar li ser piştgirîkirina xebatên Hevbendiya Niştimanî ji bo çareserkirina dosya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî dibe, ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya ku têde daxwazên gelê Sûriyê pêk werin, û koçber û penaberan vegerîne dever û malên wan.

Û Berekat bal kişand ser wê yekê ku hewleke rasteqîn ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve bi rêya saziyên wê yên cîbicîkar bi serpereştiya Hikûmeta Sûrî ya ya Demkî ji bo kontrolkirina rewşa leşkerî li deverên rizgarkirî heye, hevdemî hebûna nîv aramiyeke ewlehî piştî ku asta tawan û êrîşên teroristî kêm bûn, ji ber siyaseta ewlekarî ya ku Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî dimeşîne.

Û diyar kir ku Desteya nû ya Serokatiyê û ya Siyasî li ser stratejiyeke ji du beşan pêk tê kar dikin, ya yekem stratejiyeke siyasî ye ku kar ji bo piştgirîkirina piroseya danûstandinê û karê Komîteya Destûrî dike, ji bo ku dosya Sûrî li ser maseya navdewletî zindî bimîne, û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî li hêviya xurtkirina hevrêziyeke bilind e li gel dostên gelê Sûriyê û yên ku piştgiriya daxwazên wî dikin, û bi taybetî Fransa.

Û Berekat anî ziman ku beşê duyemîn a stratejiyê xizmetguzarî ye, û armanca wê ku piştgirîkirina karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û bihêzkirina wê di piştgirîkirina çalakiyên sivîl û hewldana berfirehkirina xeleka beşdariyê bi wê re bike.

Û Berekat xwest ku hevsengiyek hebe, di navbera piştevaniya ku ji rikberiya siyasî re û ya ku rêxistinên civaka sivîl re tête pêşkêşkirin, û got ku divê Hevbendî karibe bighêje agahiyan derbarê banora alîkariya dighêje saziyên sivîl li ser civakê .  

Û ji aliyê din ve Hevrêzkarê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulehed Istêfo li ser şert û mercên dijwar ên herdû deverên Girê Sipî û Serê Kaniyê yên rojhilatê Firêt ji ber dorpêça ku li ser wan hatiye sepandin, axivî.

Û Istêfo anî ziman ku beşên perwerde û tenduristî û çandiniyê di rewşeke nebaş de ne, ji ber ku ew beş piştgiriya pêwîst wernagirin, û amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi hemû karînên xwe ji bo dabînkirina kirîna berhemên çandiniyê di çarçoveya şiyanên sînordar de xebitiye.

Û ji rêxistinên navdewletî xwest ku piştgiriya sazî û rêxistinên civaka sivîl li herdû deverên Girê Spî û Serê Kaniyê bikin, û tekezî li ser amadebûna Hevbendiya Niştimanî ji bo amadekirina lîsteyeke pêdiviyên sivîlan li wan deveran kir.

Ji aliyê xwe ve endamê Desteya Siyasî Munzir Siras, behsa ketwarê bajarê Idlibê kir, nemaze piştî gurkirina leşkerî ya ku rijêma Esed û alîgirên wê li dijî sivîlan di dema dawî de pê radibe.

Û Sras bal kişand ser ku hemû çalakî û rêxistinên navdewletî li deverên di bin kontrola Heyet Tehrîr Elşam de, ên ku wek rêxistineke terorîst tê binavkirin dixebitin, di dema ku ew rêxistin li herdû deverên Girê Sipî û Serê Kaniyê tune ne, û dît ku ev pîvanek newekheviyê ye, nayê têgihiştin.

Û Sekreterê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdulletîf rola Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî di berfirehkirina kontrola ewlehiyê de li deverên rizgarkirî berçav kir, û amaje bi wê yekê kir ku wê gelek korsên rahênanê yên miştûmir bo endamên Artêşa Niştimanî di yasaya navdewletî û mafên mirovan de li dar xistin.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmenda Siyasî Emel Benhacock tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji daxwazên gelê Sûriyê û hêviyên wî di azadî û rûmetê de kir, û bal kişand ser ku Fransa piştevaniya daxwazên Hevbendiya Niştimanî di Encûmena Ewlekariyê de û li Cinêvê ji bo rawestandina gurkirina leşkerî li dijî sivîlan li bakurê Sûriyê kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Biryar 2254Dostên Gelê Sûriyê
ShareTweetSend

Related Posts

Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Bizavên Rêxistinên Sûrî ji bo Avakirina Dadgeheke Awarte bo Berpirsiyarkirina Tawanbaran di Ber Bikaranîna Çekên Kîmawî de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Bizavên Rêxistinên Sûrî ji bo Avakirina Dadgeheke Awarte bo Berpirsiyarkirina Tawanbaran di Ber Bikaranîna Çekên Kîmawî de Dike

December 1, 2023
Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Tevgereke Navdewletî ji bo Dadpirsîna Esed li Ser Bikaranîna Çekên Kîmawî li Dijî Sivîlan Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Tevgereke Navdewletî ji bo Dadpirsîna Esed li Ser Bikaranîna Çekên Kîmawî li Dijî Sivîlan Dike

December 1, 2023
Hevbendiya Niştimanî Civînekê li Gel Hejmarek ji Rêxistin û Komeleyên Civaka Sivîl ya Sûrî li Mêrsînê li Dar Dixe
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Civînekê li Gel Hejmarek ji Rêxistin û Komeleyên Civaka Sivîl ya Sûrî li Mêrsînê li Dar Dixe

November 30, 2023
Next Post
Endamên Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Vekirina Çaremîn Pêşangeha Pirtûkan li Bajarê Ezazê li Gundewarê Helebê Dikin

Endamên Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Vekirina Çaremîn Pêşangeha Pirtûkan li Bajarê Ezazê li Gundewarê Helebê Dikin

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 115.3k Followers
  • 14k Subscribers
  • 6.1k Followers
  • 9 Followers

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Bizavên Rêxistinên Sûrî ji bo Avakirina Dadgeheke Awarte bo Berpirsiyarkirina Tawanbaran di Ber Bikaranîna Çekên Kîmawî de Dike

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Tevgereke Navdewletî ji bo Dadpirsîna Esed li Ser Bikaranîna Çekên Kîmawî li Dijî Sivîlan Dike

Hevbendiya Niştimanî Civînekê li Gel Hejmarek ji Rêxistin û Komeleyên Civaka Sivîl ya Sûrî li Mêrsînê li Dar Dixe

Desteya Siyasî Encamên Hevdîtin û Civînan Gengeşe Dike û li Raporên Nûnergeh û Ofîsên Hevbendiya Niştimanî Guhdarî Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2023 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.