Duh, Pêncşemê, “Çaremîn Pêşangeha Pirtûkan li Ezazê ” li hola werzîşê ya bajarê Ezazê li gundewarê Helebê bi beşdariya 30 weşanxaneyên Sûrî û Erebî û Tirkî li gel çalakiyên şoreşgerî û çandî, hat vekirin.
Û di vekirina çalakiyên pêşangehê de, Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn û endamê Hevbendiya Niştimanî Es’ed Elîto, li ser vexwandina fermî ji hêla rêveberiya pêşangehê ve beşdar bûn.
Û Endamên Hevbendiya Niştimanî li ser beşên pêşangehê geriyan, yên ku ji komeke mezin û cihêreng ên 70 hezar pirtûk û 20 hezar sernavên beşên curbicur ên zanist û zanînan pêk tên.
Û Pêşangeh di bin duruşmeya “Xwendevanê îro rêberê sibê ye” hat lidarxistin, û çalakiyên wê dê heft rojan berdewam bikin, û pêşangeh ne tenê li bajarê Ezazê ye, lêbelê ew bi awayekî hevdemî an li pey hev li bajarên cuda yên deverên rizgarkirî, wek Efrîn, Bab û Ezazê were lidarxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî